17:05 22 Çile 2018
Zindî
    Meşa Jinan a Taksîmê - 8 Adar

    15mîn Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê birêve çû

    © Foto: Twitter
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 55

    Pîrozbahiyên 8ê Adarê 'Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar' wek seranserê dinyayê li gelek bajarên Tirkiyê jî di serî de li Enqere, Stenbol û Îzmîrê berdewam dikin. ‘15mîn Meşa Şevê ya Femînîst’ 8ê Adarê bi ketina tariyê re êvarê bi beşdariya hezaran jinan li Taksîma Stenbolê birêve çû.

    Jinan meşale hilgirtin û dirûşm û nivîsên li ser mafên jinan meşiyan. Jinên ku di ‘15mîn Meşa Şevê ya Femînîst' de li Taksîmê hatin ba hev, dirûşma ‘Bitenê nabe, na. Jin bi hev re bihêz in.' Hilgirtin.

    ​Meşa jinan bi nivîsên ‘Jin azad bin, dê dinya ji cihê xwe bilive', Em jiyanê dixwazin', ‘AKP destê xwe ji ser bedena min rake' hilgirtin û yek yek navê jinên bi tundiya mêran hatine kuştin qerîyan.

    ​Meşa jinan a Taksîmê ji ser kolana îstiklalê heta dawiya kolanê tunelê berdewam kir.

     

    Bi heman mijarî:

    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kobaniyê bi beşdarbûna bi sedan jinî hate lidarxistin
    Peyama 8ê Adarê li Moskowayê li ser dîwarê Kremlînê hat teyisandin
    Dî pîrozbahiyên 8ê Adarê de ji Merdînê dîmenên kulturî
    Li Amedê pîrozbahiyên 8ê Adarê dest pê kirin
    Çend parlementerên HDPyî yên di girtîgehê de ji bo 8ê Adarê peyam şandin
    Roja 8ê Adarê û eleqeya wê ya bi jinên kurd re
    Etîketan:
    15mîn Meşa Şevê ya Femînîst', Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de