10:38 24 Çile 2018
Zindî
    Jinên 8ê Adarê

    Li Wanê Roja Jinê hate pîrozkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 86

    Bi hezaran jinên wanî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi awayekî girseyî pîroz kirin.

    8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Xaçerêya Çandê ya Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a li Wanê hat pîrozkirin. Jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn.

    Di pîrozbahiyê de Cîgira Hevserokên DBPê Gulcihan Şimşek, Hevseroka HDPê ya Wanê Gulistan Orhan, Parlamentera HDPê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, Parlamentera Agirî Dirayet Taşdemir, Parlamentera Mûşê Burcu Çelik, Dayikên Aştiyê, Hevşaredar, aktîvîstên TJA û bi hezaran jin amade bûn.

    OZGOKÇE: EM BIRYARA LI DIJÎ YUKSEKDAG HATIYE DAYÎN, NAS NAKIN

    Parlamentera HDPê ya Wanê Bedîa Ozgokçe bal kişand ser siyasetmedarên girtî û got, "Li pêşberî yên hurmetê nîşanî vîna gelê me nadin, em ê serî netewînin. Em ê bêjin 'NA'. Birêz Fîgen Yuksekdag ku bi rêjeya ji sedî 75 li Wanê hat hilbijartin, wekîla gel a hatiye hilbijartin e, nûnera rewa ya gel e. Yuksekdag, hevşaredar û siyasetmedarên me yên girtî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ji ber vê yekê ti hukmê biryarên wan li dijî nûnerên me dane, nîne."

    Bi heman mijarî:

    DISK: Ji her 4 jinan 3 jin bê pere dixebitin
    Pûtîn, bi hevokên şairê rûsî Roja Jinan a Cihanê pîroz kir
    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Radyoyek li Amûdê tenê bo jinan weşanê dike
    Qeyûm li Amedê navendeke jinan girt
    Etîketan:
    pîrozbahî, 8ê adarê jinên cîhanê, wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de