03:21 26 Gulan 2018
8ê Adarê pîrozbahî jinên feminîst

DISK: Ji her 4 jinan 3 jin bê pere dixebitin

© Sputnik / Emîne Çelebî
Jiyan
Lînkê kurt
0 20

Li gorî rapora DISKê ya derbarê keda jinê de hatiye amadekirin, jin pir dixebitin û kêm qezenc dikin.

Li gorî Rapora Keda Jinê ya DISKê li Tirkiyeyê ji her 4 jinan 3 jin bê pere dixebite. Li Tirkiyeyê jinek rojê kêmzêde dolerek û mêr 2.27 dolar pere qezenc dikin. 11.5 milyon jin nikarin beşdarî jiyana xebatê bibin. Li gorî lêkolînan mercên jiyan û xebatê yên jinan roj bi roj girantir dibin.

JI HER 4 JINAN 3 JIN BÊ PERE DIXEBITE

Li gorî Rapora Keda Jinê ya DISKê jî jin bêhtir dizebitin lê kêmtir qezenc dikin. Rêjeya bêkariyê ya jinê derketiye heta sedî 28ê. Herwiha ji 4 jinan 3 ji wan bê pere dixebitin. Herwiha mêr ji jinan 2.5 caran zêdetir qezenc dikin.

Li gorî raporê:

— Di warê mal û nêrîna malbatê jin ji mêran 5 caran zêdetir dixebitin. 11 milyon û 45 hezar jin ji ber karên malê nikarin bixebitin.

—  Li Tirkiyeyê ji her 4 jinan 3 jin bê pere dixebite.

— Di lîsteya newekheviya mûçeyan ya ya ku di çarçoveya lêkolînên cinsî hatine kirin de din ava 145 welatan de di rêza 98emîn de ye.

— Li Tirkiyeyê jiek rojê  bi qasî dolarek û mêrek rojê 2.27 dolar pere qezenc dike. Rêjeya sendîkabûna mêran ji ya jinan bêhtir e. Rêjeya sendîkabûyîna jinan 7.6 û ya mêran 13 e.

Bi heman mijarî:

Li Amedê pîrozbahiyên 8ê Adarê dest pê kirin
Çend parlementerên HDPyî yên di girtîgehê de ji bo 8ê Adarê peyam şandin
Roja 8ê Adarê û eleqeya wê ya bi jinên kurd re
Polîsên rûs ji bo 8ê Adarê dîmeneke balkêş çêkir
Etîketan:
roja jinê, disk, keda jinê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de