06:36 19 Sibat 2018
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Jinên HDPyî di 8ê Adarê de wê di grevê de bin

    © Foto: Facebook
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwekîlê Koma HDPê Filiz Kerestecioglu, destnîşan kir ku parlementerên jin ên partiye wê di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di greve de bin.

    Parlementera HDPê duh daxuyand ku wê parlementerên jin ên partiya wê di 8ê Adarê di girevê de bin. Kerestecioglu bi bîr xist ku wê di 8ê Adarê de ji 50î zêdetir jinê cîhanê di greve de bin lewma jî ewê jî bi dirûşmeya ‘8ê Adarê ji Parlementoyê re paydos' tevlî girêvê bibin.

    'JINÊN CÎHANÊ AMADEHIYA ÇALAKIYAN DIKIN'

    Kerestecioglu amajekir ku wê cara pêşî grevek bi vî rengî li parlementoya Tirkiyeyê bê lidarxistin û wiha pê de çû: ‘Îsal li gorî sala par tevgerek mezin heye. Hemû jinên cîhanê amadehiya çalakiyan dikin.'

    Kerestecioglu destnîşan kir ku wan bi hêza jinên ku piştî hilbijartina Serokê DYAyê Donald Trump ê ku bi çêrên xwe yên li dijî jinan tê naskirin, derketin kolanan, amadehiya greveke gelemper dikin. Wê ji Îtalya, Polonya û Amerîkaya Latîn gelek jin beşdarî grevê bibin.

    EM Ê KÊFA XWE RADESTÎ NEFRETÊ NEKIN

    Kerestecioglu di dirêjahiya axaftina xwe de wiha pê de çû: ‘Bi biryarnameyên di hikmê qanûnan (KHK), gelek komeleyên jinan ên keda salên dire hatin girtin, strageh û saziyên jinan ên di bin sîwana şaredariyan ên bo jinên di bin metirsiya şîdet û kuştinê de ne xwedî roleke heyatiye hatin girtin. Jin ji karên xwe yên ku di encama kedên mezin bi dest xistibûn bi rêya KHKyan hatin avêtin û dûrxistin. Jinên akademisyen û kesên ku di warê xebatên jinê de xwedî girîngiyek mezin bûn jî hatin avêtin. Li gel van tiştan, jin li gel operasyonên dersînor û metirsiya şerê navxweyî, dîsa jî bo aştî, wekhevî û oêşerojek xweş hatin ba hev. Em ê kêfa xwe radestî nefrete nekin, em ê dostiyê tercîhî dijminiyê nekin. Em ê pergala yekzimalimiyê tercih nekin.'

    8 ADARÊ JI PARLEMENTOYÊ GREV HEYE

    Kerestecioglu di dawiya axaftina xwe de amaje kir ku wê greve li bibin parlmentoyan û têkoşîna xwe bibin kolanan. Herwiha parlementerên HDPê wê di 8 Adarê de li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin.

    Kerestecioglu diyar kir ku heta hemû lîderên cîhanê dev ji dijminahiya xwe ya jinê berdin, li gel kurtajê heta mafê bêpere yê tenduristiyê bidin jinê û polîtîkayên saxlem ên li dijî taciz û tecawizan çêkin wê têbikoşin.

    Bi heman mijarî:

    Li kolanên Amûdê komek jinên ajokar ên bîsîkletê
    ‘Du jinên CHPeyî ku kampanyeya ‘na' dimeşandin rastî êrişê hatin'
    Kordînasyona Yekîtiya Jinên Kurdistanî hate avakirin
    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    ASUDA:'Li Dihokê herî zêde jinên penaber rastî tundiyê tên'
    Guhertina 100 salan ya jinên filistînî û îsraîliyan
    Etîketan:
    radestbûn, şerê li dijî dijminên jinan, Filiz Kerestecioglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de