07:31 21 Tebax 2017
Zindî
    Sultan Kosen û Serokwezîrê Samoayê

    Sultan Kosenê Mêrdînî çû Samoayê: Serokwezîr ew pêşwazî kir

    © Foto: DHA
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 3710

    Mirovê qama wî herî dirêj ê dinyayê Sultan Kosenê Mêrdînî bû yekem kesê ku wek hemwelatiyê Tirkiyê diçe serdana welatê Samoayê.

    Sultan Kosen piştî rêwîtiya 2 rojan a balafirê li Samoayê ji aliyê Serokwezîrê wê dewletê Tuilaepa Sailele Malielegaoi ve hat pêşwazîkirin.

    Sultan Kosenê ku ji bo çalakiyekê çû Samoayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, ‘Di serdana xwe ya îro ya Samoayê de digel Rêzdar Serokwezîrê Samoayê Tuilaepa Lupesoliai Sailele Malielegaoi nûnertiya min a Mêrdînê ji Tirkiyê, bo min serbilindiyek e.'

    ​Kosen spasîya xwe ji bo Serokwezîrê Samoayê re kir û got, ‘Pê pir kêfxweş bûm ku li ser van axan min derbarê Mêrdînê de agahî parve kirin.'

    Sultan Kosenê mirovê herî dirêj ê dinyayê (2.51 m) ku ketiya pirtûka Guiness a Rekoran li Samoaya başûrê Polînezyayê ku xwedî 185 hezar serjimarî ye beşdarî çalakiyekê bû.

    Kosen ji bo çûna Samoayê bi balafirê rêwîtiya 16 hezar û 391 kîlometr kir û di 2 rojan de gihîşt Samoayê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Yemenê roket avêtin Erebîstana Siûdî: 4 Pakîstanî birîndar bûn
    Bernameçêkerê Rûsî 'Robotê Qatil' ê Termînator çêkir
    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    HDPê li ser xistina parlamentariya Yuksekdag daxuyaniyek tund belav kir
    Lavrov û hevtayê xwe yê Amerîkî Tillerson axivîn
    Şoygu: Dibe Rûsya û Amerîka li Reqqayê bi hev re tevbigerin
    Li sînemayeke Rûsyayê dema fîlm wê kebab jî bê xwarin
    Etîketan:
    Mirovê Herî Dirêj, Sultan Kosen, Samoa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de