21:12 23 Îlon 2017
Zindî
    CHP

    Di kampanyaya CHPê ya 'pirzimanî' de kurdî cih negirt

    © AP Photo/
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 6920

    CHPê îro bi broşurek pirzimanî kampanyaya xwe ya li dijî referandûmê da destpêkirin. CHP ji fransî heta felemenkî bi dehan zimanan got 'na.' Lê zimanê CHPê li kurdî negeriya û bi kurdî negot 'na'

    Wekî gelek  kom, komele, partî û aliyan Partiya Komarê ya Gel (CHP) jî raya xwe ya bo referanduma ku wê di 16ê Nîsanê de ya ku wê rê li ber sîstema serokatiyê veke, eşkere kir û got ew li dijî referandumê ne wê bêjin ‘na'

    CHP div ê çarçoveyê de kampanyayek bi navê ‘#HerDildeHayır' (Bi her zimanî na) da destpêkirin. Lê tişta ecê ew e ku di broşura kampanyayê ji xeynî ‘Kurdî' bi dehan zimana gotiye na.

    'ÇIMA KURDÎ CIH NEGIRT GELO?'

    Nebûna zimanê kurdî ya di  broşura CHPê ya ‘pirzimanî' li ser medyayê bû sedema bertekan. Gelek bikahênerên medyaya civakî bi hevokên ‘çima din ava broşure de zimanê duyemîn yê Tirkiyeyê, kurdî nîne gelo?'

    'KA BINÊRIN CHP NIKARE BI KÎJAN ZIMANÎ NIKARE BÊJE NA'

    Li ser vê yekê Parlementera HDPê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr jî bertek da û li ser malpera xwe ya twitterê de got: 'Ka binêrin CHP nikare bi kîjan zimanî bêje na.'

    EREBÎ Û SÛRYANÎ JÎ DI NAV DE CIH NEGIRT

    Di boroşurê de ji xeynî kurdî, zimanên erebî û suryanî jî cih negirtin ku ew piştî kurdan niştecihên herî pir ê Tirkiyeyê ne. Herwiha gelek kesan 'henekên' xwe bi kampanyayê kirin û twitên komîk derktin holê. Bikarhênerek di tiwîta xwe de dinêje: ' Jiyan carna wekî CHP ya ku nikare bi kurdî û ermenîkî bêje 'na' ye; xwe di menuya şêraniyê pêşkêş dike lê her ku mirov dixwe zimanê mirov ji tûjbûnê pûç dibe.'

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"
    Endama Meclîsa Partiyê ya CHP Sera Kadigîl hat binçavkirin
    Ji CHP, ADD û Baroya Enqereyê banga protestoyê
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    CHP, li dijî pergala serokatiyê li Stenbolê dadikeve kolanan
    Etîketan:
    qedexeya zimanê kurdî, zimanê kurdî, chp
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de