04:37 23 Hezîran 2017
Zindî
    pêşangeh

    Li Arjantînê pêşangehek bi navê "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" hat vekirin

    © Foto: fb
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Pêşangeh ji aliyê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Arjantî ve hat organîzekirin. Di pêşangehê de şerê li Rojava bi wêneyan tê nîşandan. Ji jiyana rojane ya jinên rojavayî heta kooperatîfên jinan, rewşa jinê û tecrûbeya navbera gelan û jinan tê nîşandan.

    Di merasîma vekirinê de li ser navê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re Nat Bena axivî û li ser Şoreşa Rojava û gelemperiya Kurdistanê agahî da.

    Nat Bena destnîşan kir, jinên kurd di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de şoreşek ava kirine û ew bi awayekî serkeftî şerê DAIŞê dikin.

    Rêvebera Navenda Tîerra Vîoleta (Herêma Mor) Paolîn Raffe piştre mafê axaftinê wergirt û anî ziman, Navenda Çandê ya Tîerra Vîoleta di heman demê de yekane pirtûkxaneya femînîst a li Arjantînê ye. Raffe anî ziman, ji bo jinan gelek çalakî hatine lidarxistin, lê belê malovaniya wan a ji bo pêşangeheke bi vî rengî ya li ser Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd, wan gelekî kêfxweş dike.

    Pêşangeha "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" wê heta dawiya meha Sibatê vekirî be.

    Bi heman mijarî:

    Sala 2016an ji ser jinên Rojava re çawa derbas bû?
    Nûnertiya Rojava: Pêdiviya me bi alîkariya Tirkiyeyê tune ye
    Meta Alan Kurdî: Welatên Rojava ji bo rawestandina şerê Sûriyeyê tiştek nekir
    YPG: Êrişên arteşa tirk li dijî xaka Rojava dijwartir dibin
    Jina brîtanî ya li nav HSDê: Rojava rih da min
    Etîketan:
    şerê li dijî daişê, şoreşa rojava, pêşangeh, arjantîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de