21:54 25 Îlon 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Vîyan Dexîl li DYAyê 'xelata mafên mirovan' girt

    © Foto: Facebook
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 5510

    Weqfa Lantos ya li DYAyê ya ku ji sala 2009an de xelatên mafên mirovan belav dike, xelata îsal da parlementera Êzidî Viyan Dexîlê.

    Rêûresma xelatê li avahiya Kongreya DYAyê  hate lidarxitin. Vîyan Dexîl piştî ku xelat girt, axaftinek jî kir û bertek da qedexeya vîzeyan ya Serokê DYAyê Donald Trump û got: ‘Ev ne heqiyek mezin e. Em ne terorsît in, em hevalbend in.'

    Dexîl di dirêjahiya axaftina xwe de baş kişand ser êşên gelê kurd û kurdên êzidî û iraqiyan û bagn li civaka navneteweyî kir da ku alîkariya wan bikin.

    Dexîl got: ‘Ger ne alîkariya hevalên min bûna, ji ber qedexeya vîzeyan ezê niha ne li vê derê bûma' û diyar kir ku jixwe niha ti kes alîkariya gelê ku ji ber şer direvin nakin û tew bi ser de DYA jî deriyê xwe li rûyê wan girt.

    ‘ÊZIDÎ RASTÎ KOMKUJIYÊ HATIN'

    Parlementera kurd Dexîl spasiya weqfê kir û bal kişand ser êrişên terorî û wiha pê de çû: ‘Şehîdên li Baregeha Leşkerî ya Speicher, revandina jinên Şîî yên ji Telaferê, komkujiya Elbunemr, koça Xirîstiyan û Şebekan, şehîdên pêşmergeyan… Ev bûyer nîşanî me dide ku, hemû kes di hedefa terorê de ne. Li gel van bobelatan tiştê hatiye serê êzidiyan, bobelata herî mezin e. Ezidî rastî komkujiyê hatin.'

    ‘DAIŞÊ 3 HEZAR ZILAM JI ÊZIDIYAN KUŞTIN'

    Dexîl di dewama axaftina xwe de hûrgiliyên  komkujiya êzidiyan ya ji aliyê terorsîtên DAIŞê kir û got: ‘Di sala 2014an de DAIŞê êrişî gund û bajarên me kir û ji 3 hezaran zêdetir zilam ji êzidiyan kuştin. 6 hezar û 700 jin û keçen êzidî revandin û wan tacîz û tecawiz kirin. wan li bazarên koleyan firotin. Keçek êzidî ya 9 salî li ber çavên malbata xwe rastî tecawizê hat.'

    ‘JI 3 HEZARAN ZÊDETIR KES LI BENDA RIZGARBÛNÊ NE'

    Viyan Dexîl destnîşan kir ku heta niha 2 hezar û 800 jinên êzidî hatine rizgarkirin û wiha dom kir: ‘Hêj 3 hezar 900 jinên êzidî di destê DAIŞê de ne. 420 hezar êzidî di kampan de dimînin. Ji sedî 80ê gund û bajarên me rûxiyane. Herwiha bi dehan gorên komî hatine dîtin.'

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt
    Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê arîkariya êzidiyan kiriye
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Etîketan:
    xelata mafê mirovan, şerê li dijî daişê, viyan dexil, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de