06:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    kimmie taylor-zîlan dîlber

    Jina brîtanî ya li nav HSDê: Rojava rih da min

    © Foto: fb
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 5750

    Jina brîtanî ya beşdarî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bû, bal kişand ser şerê jinên kurd yên li dijî DAIŞê û got:‘Şoreşa Rojava, rih da min.'

    Rojnamevana brîtanî ya bi navê Kimmie Taylor (Zîlan Dîlber) demek berê bo hin xebatên rojnamevanî derbasî Rojava bû. Lê Taylor piştî demekê biryar da ku tevlî refên şer yên HSDê bibe û biryara xwe hema pêk anî jî. Taylor a 27 salî di demeke kurt de fêrî kurdî jî bû û niha di pêngava 3emîn ya Xezeba Firatê de şerê terorîstên DAIŞê dike.

    Taylor di axaftina xwe ya Dihaberê de amaje dike ew rojnamevane û heta niha ji Efrîqayê heta Amarîkaya Latîn û Çînê çûye bi dehan welatî.

    ‘CIVAKA ROJAVA TÊSÎREK MEZIN LI MIN KIR'

    Taylor di dirêjahiya axaftina xwe behsa çîroka xwe ya beşdarbûna şer dike û dibêje ew di sala 2016an de bi armanca ku şoreşa jinan binivîse hatiye Rojava lê nêzîkbûna gel ya li hember jinê û civaka Rojava têsîreke mezin li min kir. Ji ber vê yekê min biryara mayînê da.

    HÎNÎ KURDÎ BÛ

    Taylor di dewama axaftina xwe de dibêje tenê pirsgirêkek li pêşiya wê hebû ew jî ya ziman bû, lewma jî wê bi lez û bez dest bi xebatên hînbûna kurdî kiriye û di demeke nêz de jî hîn bûye.

    ‘ŞOREŞA ROVAJA, RIH DA MIN'

    Li ser şerê li Sûriye û Rojava diqewime de Taylor amaje kir ku haya hemû cîhanê ji vî şerî heye û bal kişand ser girîngiya şerê jinên kurd û wiha pê de çû: ‘Ez bo jinên di destê DAIŞê de beşdarî pêngava 3emîn bûm. Îdeolijiya jinan çiye? Îdeolojiya me ya ku em li ser vê axê dimeşînin çiye? Bo bersiva van pirsan ez beşdarî operasyonê bûm. Ya rastî şoreşê rih da min. Ez li vê derê gelekî kêfxweş im.'

    Bi heman mijarî:

    Fermandara YPJê: Me bi hezaran sivîl rizgar kirin
    Facebookê rûpela YPJê asteng kir
    Sîngapûrê pêşangeha fotografên YPGê û YPJê asteng kir
    Belgefilma derbarê YPJê de xelata NYyê girt
    Salih Muslim serdana şervanên YPGê û YPJê kir
    Etîketan:
    şerê jina, jina brîtanî ya li nava şer, şerê li dijî daişê, kimmie taylor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de