11:28 21 Îlon 2017
Zindî
    Camî-mizgeft

    Li Holendayê ji xeynî saetên nimêjê dê mizgeft girtî bin

    © AFP 2017/ Bart Maat
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Deriyê 4 mizgeftên mezin ên li Holendeyê ji ber sedemên ewlehiyê, ji xeynî demên nimêjê dê bên girtin.

    Li Holendayê piştî êrişa li dijî mizgefeke li parêzgeha Quebec ya Kanadayê ya ku di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da de, biryara hin bergiriyên ewlehiyê hate dayîn.

    Li gorî biryarê wê deriyê 4 mizgehftên mezin ên li Holendeyê ji xeynî demên nimêjê girtî bin û wê kes nikaribin biçin mizgeftan.

    Li gorî agahiyên li ser medyaya Holendeyê hatine bidestxistin, piştî êrişa li Kanadayê rayedarên mizgeftên mezin ên li Holendeyê, li hev civiyane û biryarek wiha dane.

    Di encama civînê de biryar dane ku mizgeftên li Amsterdam, Rotterdam, Lahey û Utrecht yên ku bêhtir gelê fasî tênê, ji ber 'metirsiya êrişan' wê ji xeynî demên nimêjê girtî bin.


    Bi heman mijarî:

    Di êrişa camî ya Kanadayê de şagirtekî 27 salî hat girtin
    Pûtîn sersaxiya Kanadayê kir
    Etîketan:
    metirsiya ewlehiyê, mozgeftên li holendeyê, holende
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de