08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Hîpsterên kurd -Mr.Erbil

    "Hîpsterên" kurd, Kurdistanê bi awayekî gelekî cuda nîşan didin

    © Foto: Instagram/mr.erbil
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 5410

    Komeke ciwanên kurd ên hewlêrî biryar da ku nerîna pêşdaraz ya li ser herêma Kurdistanê bişkînin û teqez bikin ku Kurdistan li gel, şer, karesat û êrîşên DAIŞê jî xwedan reng û ruhekî cuda ye û pêdivî heye ku mirov bêtir lê bikole ta ku wê cudahiyê bibîne.

    Li gorî nûçeyên di medyayê de derketine,30 ciwanên kurd li ser medyaya civakî tevgera xwe ya xweser a modayê çêkir û navê "klûba birêzan" (gentleman's club) li xwe kiriye ta ku welatê xwe bi awayekî cuda nîşan bidin û awayekî ji çaksazî û reforman pêk bînin.

     

    Navê fermî yê vê komê li ser Instagramê Mr.Erbil e û bi piranî li ser modayê li Hewlêrê radiwestin.

     

    Hêjayî gotinê ye ku ev kom têra xwe navdar bûye li ser medyaya civakî ku hejmara şopînerên wan bûye 33 hezar.

    Li gorî nûçeya BBCyê, ev şêwaza modayê ya ku ciwanên birêz ên Hewlêrê belav dikin hinekî dişibe wê çandeya hîpsterên navdar ên li welatên rojavayê. Pantalon, Şelwal, porê bi baldarî hatiye şehkirin, porê bi paş de jolekirî û riha gur û balkêş.

    Lê dîsa jî îmaja ciwanên vê tevgerê tenê ji cil û bergên modern pêk nayê lê ji kombînasyona cil û bergên gerdîşî û yên modern pêk tê. Wek mînak hûrgiliyên gelek wêneyan ji cil û bergên xwediyên erdan ên zengîn digirin.

    له ڕؤژی ئاڵا سڵاو له پێشمه رگه قارە مانه كان نه مری و سه ربه رزی بؤشه هيدان به هيواى يه ك ڕيزی و يه ك هه ڵوێستي نێو مالي كورد. كێشەكانى كوردستان هيچى نەمابوو ڕؤژى ئاڵاى پيرؤزى كوردستانمان بيربخات. لەم ڕؤژە پيرؤزەدا داواكارم لە هەموو خەڵكى پيرؤزى كوردوستان وەرن با هەموومان يەك دەست يەك دەنگ يەك ڕيز بين و كوردوستانمان پيشبخەين بە هيواى پيشكەوتن بؤ وڵاتمان ، هه ر شه كاوه بێ ئاڵای كوردستان پيروزه له هه موو كورديكی جيهان ڕوژی ئالای كوردستان ۱۷ڕێبەندان(دیسێمبەر) ڕۆژی ئاڵای بەرزی کوردستان لە هەموو کوردێکی دونیا پیرۆزە، لەژێر ئاڵای کوردستان لە دایک بووین. بۆ ئەم ئاڵایە ئەژین و لە ژێر ئەم ئاڵایە ئەمرین. 📸 by amazing @mustafakhayat from @mkstudio.photography #17DEC #17December #KurdistanFlagDay #17DecemberKurdistanFlagDay #SupasPeshmarga #HappyFlagDay #WeAreAllPeshmarga #JlyKurdi #FreeKurdistan #JliKurdi #rishn #ThrowBackSaturday #ILoveKurdistan #Hawler #Slemani #Duhok #Halabja #MrErbil #BEmrerbil #KurdaBora #FromErbilKurdistan #ProudlyMadeInKurdistan #ProudToBeKurd #MadeInKurdistan #ErbilFashionBlogger #Erbil #Kurd #Kurdish #Kurdistan #EverydayMiddleEast

    From Erbil Kurdistan (@mr.erbil) tarafından paylaşılan bir fotoğraf (17 Ara 2016, 04:56 PST)

     

    Mr.Erbil destnîşan dike ku armanca wan ew e, ciwanên kurd li jiyaneke xweştir û azadtir digerin û qet natirsin wan pêşdarazan bişkînin ku rehên xwe li wê xakê ji zû ve vedane.

     

    Rojeveke din jî a ciwanên "hîpster" heye; diyarkirina giringiya xurtkirina rola jinan di civakê de. Kom her pêncşem nivîsekê derbarê rola jinan di civakê de diweşînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser trêneke Almanyayê ‘Bijî Kurdistan' dinivîse
    'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    Parlamentarê MHPê: Kurdistan nîne, Turkomanya heye
    PJAKê serdana Partiya Demokratîka Kurdistan-Îranê kir
    'Kurdistan ne Srî Lanka ye, Kurd jî ne Tamîl in'
    PDK bi Komelê Îslamî Kurdistan re civiya
    Etîketan:
    hîpster, ciwan, Mr.Erbil, hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de