21:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Navçeya Sûrê

    Koçberên Sûrê: Di xanîyekî de 20 kes dijîn

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Jiyan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 13920

    Malbatên ku ji ber şer û pevçunên li Sûrê neçar man koçber bibin, di rojên gelek zor û zehmet de dijîn. Yek ji wan malbatan malbata Urun e. Malbat bi sedema ku hejmara wan zêde ye û kes xanî nade wan, çar car in ku xanî diguherin. Endamên malbatê diyarkirin ku heta niha tu alikarî bi wan re nehatîye kirin û zirara wan nehatîye dayîn.

    Di Tîrmeha 2015an de pêvajoya çareseriyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de bi dawî bû û şerê çekdarî ji nû ve dest pê kir. Piştî şerê YPS û leşkerên artêşa Tirkiyeyê ya li navenda Surê, di 6ê Îlona 2015an de karbidestên dewletê, qedexeya derketina derve ya yekem ragihandin. Di 11ê Berfanbara 2015an de li 6 taxên Surê qedexe dest pê kir û şerê di navbera YPS û dewletê de giran bû. Bi deh hezaran sivîl ji Surê bar kirin. Di 9ê Adara 2016an de her çiqas dewletê ragihand ku operasyon bi dawî bûne jî qedexeya derketina derve li hin taxên Sûrê hê jî berdewam dike. Tê îdiakirin ku plana îmarê ya Surê hatiye guhertin û dê li hemû taxan qereqol bên avakirin û raçînga dîrokî û mîmarî ya Sûrê ji holê bê rakirin. Welatiyên ku ji Sûrê koçber bûne di rojên zor û zehmet re derbas dibin û daxwaza xaniyen xwe yên li Sûrê dikin.

    Malbata Urun 3 xaniyê wan li Sûrê hate xerakirin û niha 20 kes di xanîyekî 3 ode û salonekê de dijîn
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Malbata Urun 3 xaniyê wan li Sûrê hate xerakirin û niha 20 kes di xanîyekî 3 ode û salonekê de dijîn

    ‘SÛR STARGEHA WELATIYÊN XIZAN BÛ'

    Li navçeya Sûrê bêhtir welatiyên ku di salên 90î de ji ber valakirina gundan koçber bibun dijîn. Her wiha gelek malbat bi zor û zehmetîyan debara xwe dikirin. Piştî şer û pevçunan ev malbatên xizan, careke din neçar man ku koçber bibin. Yek ji van malbatan jî malbata Urun e. Malbata Urun 10 sal berê ji Mêrdinê koçî Sûrê bûne. Dema ji Mêrdin derketine mal û milkê xwe tev firotine û bi gelek zor û zehmetîyan li Sûrê xanî kirîne. Lê piştî ku şer û pevçun destpêkirin neçar man ku careke din koçber bibin. Dema ku ji Sûrê derketin jî derfeta wan ku alavên xwe derxin çênebûye. Malbata Urun 4 bira ne û bi giştî 20 endamên malbatê hene. Li Sûrê 3 xaniyên wan hate xerakirin. Lê ne zirara wan hate dayîn û ne jî alikarîya kirê bi wan re hate kirin. Malbatê 3 xanî guhertin û niha di xanîyekî 3 ode û salonekê, di kirê dene. Tenê daxwaza wan jî avakirina xaniyên wan ê Sûrê ye.

    'DI EMRÊ XWE DE MIN TIŞTEK WISA NE DÎT'

    Hasan Urun ê 84 salî derbarê şer û pevçûnên Sûrê de got "Ez 84 salî me lê di emrê xwede tiştekî wisa min ne dît" û wiha berdewam kir: "10 sal berê em ji Mêrdinê hatin Sûrê. Me mal û milkê xwe tev firot û me ji xwere malek kirî. Me debara xwe dikir û sebra me gelek li Sûrê dihat. Piştî li Sûrê pevçun destpêkir em demeke dirêj jî di mala xwe de man. Me ne xwest em ji mala xwe derkevin. Lê piştî şer giran bû di navbera qedexeyê de em ji mal derketin. Derfeta ku em alavên xwe derxin çênebû. Em destvala ji malê derketin. Mala me tev xera bû. Ez 84 salî me lê di emrê xwede tiştek wisa mi ne dît. Em perîşan bûn. Ev 3 xanî ne ku em diguherin. Kes xanî nade me. Em li rastê man. Em mala xwe dixwazin. Heta niha qet alikarîya kirê bi mere nekirine."

    Hasan Urun ê 84 salî derbarê şer û pevçûnên Sûrê de got Ez 84 salî me lê di emrê xwede tiştekî wisa min ne dît
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Hasan Urun ê 84 salî derbarê şer û pevçûnên Sûrê de got "Ez 84 salî me lê di emrê xwede tiştekî wisa min ne dît

    'BI SEDEMA EM KURD BÛN XANÎ NE DAN ME'

    Endamê malbatê Mehmet Urun jî li hember neheqî ya li wan hatîye kirin nerazîbunê xwe anî ziman. Urun ev tişt gotin: "Ji 15 salîya xwe heta niha ez di karê avahiyê de dixebitim. Bi zor û zehmetî me debara xwe dikir. Me ji nanê xwe û ava xwe qut kir û me xanî ji xwere kirî. Lê xaniyê me yê bavê min û yê birayê min di şerde xerakirin. Em perîşan bûn. Me koçî İzmîrê kir lê bi sedema em kurd bûn kesî xanî ne didan me. Xaniyê ku em ketinê xwediyê xanî got 'hun kurdin ji mala min derkevin' û me ji malê dexist. Dîsa em hatin welatê xwe. Me sê xanî guhert û ev xaniyê çara ne. Em 20 kufletin. Tu alikarîya kirê bi me re ne kirin. Em sê malbat li vê malê dimînin."

    Hasan Urun diyar kir ku wan koçî İzmîrê kiriy lê bi sedema ew kurd bûn kesî xanî ne daye wan
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Hasan Urun diyar kir ku wan koçî İzmîrê kiriy lê bi sedema ew kurd bûn kesî xanî ne daye wan

    'EM MALA XWE DIXWAZIN'

    Endama malbatê Sabriye Urun anî ziman ku bi gelek zor û zehmetîyan ji xwere li Sûrê xanî kirîbun û xaniyên wan hate xerakirin. Urun wiha berdewam kir:

    Sabriye Urun anî ziman ku bi gelek zor û zehmetîyan ji xwere li Sûrê xanî kirîbun û xaniyên wan hate xerakirin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Sabriye Urun anî ziman ku bi gelek zor û zehmetîyan ji xwere li Sûrê xanî kirîbun û xaniyên wan hate xerakirin

    "Ez nû zevicîbum. Me her tiştê xwe firot û bi gelek zor û zehmetîyan ji xwere xanî kirî. Piştî şer destpêkir em mecbûr man, derketin. Di serî de me koçî İzmîrê kir. Li wir jiyan zor û zehmet bû. Me nikaribû li wir debara xwe bikira. Em dîsa hatin Amedê. Me sê xanî guherand. Bi sedema ku hejmara me pir bû kesekî xanî ne dida me. Em 20 kuflet dimînin. Tu alikarîya kirê bi mere ne kirin. Em mala xwe dixwazin û êdi dixwazin aşitî were."

    Bi heman mijarî:

    "Tazmînata ku dewlet dide mexdûrên Sûrê têra tiştekî nake..."
    Ji bo zarokên Sûrê wê psîkolog û sosyolog bixebitin
    Li Sûrê li hemberî wesayita polîsan êrîşa bombeyî
    Qedexeya derketinê li 6 taxên Sûrê hat rakirin
    Li Sûrê 3 cenaze hatin dîtin
    Etîketan:
    kurd, qedexeya derketina derve, Artêşa Tirkiyê, YPS, PKK, Sabriye Urun, Mehmet Urun, Hasan Urun, İzmir, Sûr, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de