20:03 22 Îlon 2017
Zindî
    hewlêr-kolan-cade-gel

    2 jin li Hewlêrê agir berdan laşên xwe

    © Foto:
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 7030

    Li navçeya Soran a Hewlêrê 2 keçên ku xwestin xwe bikujin agir berdan bedena xwe. Ji wan keçan yekê jiyana xwe ji dest da û rewşa ya din jî giran e.

    Tê gotin li navçeya Soranê di nava hefteyekê de 2 keç ji ber zextên civakî agir bi bedena xwe xistin.

    Berpirsyarê ragihandina bûyerên şîdeta li dijî jin rû didin a devera Soran Şêrwan Xalid, di axaftina xwe ya Rojnewsê de derbarê bûyerê de hin agahî da û got di roja 17ê Rêbendanê de keçek ji Soranê ya bi navê D.A.R ya 20 salî agir bi bedena xwe xistiye û ji sedî 90ê laşê wê şewitiye. Keça 20 salî ya xwendevana zanîngehê bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

    Şêrwan Xalid amaje dike ku di 10ê Rêbendanê de dîsa keçekê agir berdaye laşê xwe û ji sedî 70 laşê wê şewitiye. Ew keç niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wê gelekî giran e.

    Herwiha têkildarî bûyerê hêj ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin û ti kes nehatiye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Jin heta mecbur nemînin, bila li taksiyê siwar nebin'
    Muxtara jin ya yekem ya Agiriyê: Ez ji neçarî cilên mêran lixwe dikim
    Fotografê pêşî yê siyasetmedarên jin ên di Girtîgeha Kandirayê de hatin belavkirin
    Yekem pîlota jin a afxanî, mafê penaberiyê ji DYAyê xwest
    Rûsya: Tehliyeya jin û zarokên li Helebê bi dawî bû
    9 jin û zarokên êzidî li Reqqayê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    şewitandina laş, jin, xwekuştin, soran, hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de