10:26 22 Tebax 2017
Zindî
    gabo

    Goştnexwirên Amedê li vê xwaringehê kom dibin

    © Foto: facebook
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Xwaringeha yekem ya vejeteryan ya li Amedê Gabo bi dehan cure xwarinên xwe bala goştnexwiran dikşîne serxwe. Xwediyê Gaboyê dibêje nebûna xwaringeheke vegan li bajarekî wekî Amedê mezin û turîstîk kêmasiyek mezin bû, ku wan ev kêmasiyê hinekî sivik kirine.

    Gabo yanî Gabriel Garcia Marquez ku pêşengehê fikra Rastiya bi Efsûn e. Xwediyek ê xwaringehê Cahît Şahîn derbarê xwaringehê de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê û got: ‘Me xwaringeh bi navê Gaboyê vekir lewra ev bo me karekî rastiyek efsûnî ye. Dema me got em ê xwaringeha vejeteryan vekin henekên xwe bi me kirin. Lê gel vê ji Gaboyê pir hezkirin û îro gelek caran lê cihê rûniştinê namîne.'

    Dolmeyên îsotan
    © Foto: facebook
    Dolmeyên îsotan

    Şahîn dibêje wan demek berê li Tekîrdagê cihek vekir û diyar dike ku her cureyê xwarina bêgoşt li ba wan heye. Şahin dema behsa menuya xwaringehê dike dibêje ew ji dolmê kodikan bigrin ta Kofteya Cihuyan bi dehan cure xwarinên ku pir nayên zanîn û kevnare çêdikin.

    Kofteya Cihuyan
    © Foto: facebook
    Kofteya Cihuyan


    Di menuya Gaboyê de makarnaya ku bi usula colemêrgiyan tê çêkirin, Kofteya Cihuyan ya ku tenê li çend xwaringehên cîhanê tê çêkirin, pelê Tekîrdagê, Sîyabo, Kofteya Hîroşîma û cure bi cure tirşik tê çêkirin.

    Şahîn destnîşan dike ku kesên ku berê bo çayekê bixwin dihatin Gabyê niha jî tenê bo xwarinê tên vê derê.

    xwarinên bêgoşt
    © Foto: facebook
    xwarinên bêgoşt

     

     

    Bi heman mijarî:

    Xwaringeha taziyan a li Londonê hat girtin
    Xwaringeha taziyan dê pêşwaziya kesên qelew neke
    Etîketan:
    kofteyên cihuyan, siyabo, goştnexwir, gabo, xwaringeh, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de