03:40 19 Hezîran 2018
Jin ji Wanê

Li Wanê yekane stargeha sivîl a jinan hat girtin

© Foto : Facebook
Jiyan
Lînkê kurt
Emîne Çelebî
0 31

Ev demek e operasyonên li hemberî dezgehên sivîl yên li bajarên kurdan ji aliyê dewletê ve berdewam in. Herî dawî Şaredariya Wanê ku ji aliye qeyûman ve tê birêvebirin stargeha jinên ku rastî şidetê dihatin girt. Di wê parastgehê de ji 30î zêdetir jin diman.

Lê niha nediyar e ku bê ew jinên van stargehan wek hêvî didîtin dê ji niha û pê de biçine ku.

Qeyûmên ku di nav sala 2016an ji bo 49 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hemû şaredariyên bajarên kurdan hatin bicihanîn, yek bi yek dezgehên sivîl yên girêdayî van şaredariyan jî digirin. Kes û derdorên ku sûda însanî ji van dezgehan digirtin jî niha bêçare ne.

Herî dawî Şaredariya Wanê dezgeha sitargeha jinan ku girêdayî Şaredariya Wanê bû girt. Qeyûm derbarê vê girtinê de tu hincetek ranegihandiye. Aktivîsta mafên jinan Zozan Ozgokçe ku bi salan e li Wanê di nav kar û xebatên jinan de ye, derbarê vê mijarê de agahî dan Spûtnîk Kurdistanê.

Zozan Ozgokçe got: "Bi girtina sitargeha Şaredariyê êdî cihek sivîl ku jinên rastî şidetê tên xwe bispêrinê nemaye."Zozan Ozgokçe ku ew bi xwe jî di heman demî de aktivîstek ya dezgeha jinan, Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) ya li Wanê bû û di çarçoveya biryarnameya Hikmên Qanûnan de dezgeha wan jî hate girtin destnîşan kir: "Qeyûmên li vir, bêyî ku sebebek nîşanî me bidin, bes bi hinceta 'ewlehiyê' dezgehên sivîl digirin, lê bi sedan jinên ku rastî şidet û tundûtijiyê tên cihek ji bo serîlêdana wan nemaye."

Her wiha Ozgokçe diyar kir ku hejmara keç û jinên rastî îstîsmara zayendî tên, ji ber sedemên şexsî, van bûyeran aşkere nakin û ji ber vê ye ku hejmara wan jî nayên zanîn. Di serdemek wisa de dezgeh tên girtin ku gelek pêwistî bi wan hene de. Ozgokçe got: "Divê li her tax û kuçeyan lêkolîn û piştgirî ji bo jinan bên dayîn. Ji bo ku jin beşdarî jiyana civakî, siyasî û aborî bibin dezgehên jinan xebatan bikin, lê mixabin hemî dezgehên jinan tên girtin û ev dê ji bo pêşeroja me bibe xetereyek mezin."

MIJARA SEREK PERWERDEHIYA TENDURISTIYÊ YE 

Zozan Ozgokçe da zanîn ku mijara serek perwerdekirina jinan ya li gund û taxan e û got: "Gelek jin hene ku nizanin biçin nexweşxaneyan, nikarin derdên xwe û yên zarokên xwe ji diktoran bibêjin" û wiha berdewam kir: "Bi salan e li herêmê şerek tund heye ku karîgeriyek mezin li ser civakê dihêle. Nexasim jin û zarok ji vê tundiyê para xwe werdigirin.

Di serdemên prosesa çareseriyê de problem siviktir bibûn, lê niha ji ber vê tundûtijiyê jin û zarok neçarî vê prosesê ne."
Ozgokçe diyar kir ku "Tu caran ez bi vî awayî bêhêvî nebûbûm. Desthilatdarên fermî bi her awayî bi ser civakê de tê. Dezgehên sivîl digire, şertên jiyanê dijwartir dike û mirovan bi awayekî bêhiqûqî didarizîne" û bibîr xist ku li gorî yaseyên şaredariyan di bajareke ku ji 50 hezaran zêdetir niştecihên wê hebin divê li wir parastgehek ya jinan hebe.

Zozan Ozgokçe dibêje ku pêwistiya bajarê Wanê herî kêm 20 stargeh in, lê mixabin bi girtina stargeha girêdayî şaredariyê bes yek heb stargeh ku ew jî girêdayî walitiyê ye maye û wiha dibêje: "Lê jinên ku rastî êrîşê tên kêm caran serîlêdana dezgehên dewletê tercih dikin."

'PIŞGIRIYA DEZGEHÊN JINÊN LI ROJAVAYÊ TIRKIYE KÊM E'

Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku ew bi gelek dezgehên sivîl yên jinan ku li bajarên Tirkiyeyê kar dikin re dinav hevkariyê de ne lê gelek dezgeh jî hene ku piştî biryarnameyên di hiqmê qanûnan de tên bicihanîn, eleqa xwe ji dezgehên li bajarên kurdan qut kirine. Ozgokçe metirsiya xwe anî ziman ku bê ji niha û pê de avakirina dezgehên nû hê dijwartir be.

Bi heman mijarî:

Li Amedê Walîtiyê çalakiya jinan qedexe kir
Jinan li Qada Galatasarayê bertek nişanî Erdogan dan
Li Hewlêr bernameya tundîtiya li dijî jinan dest pê kir
Li Şengalê gora komelî: Cenazeyê 80 jinan tê de ne
DAIŞê ji bo jinan fetwayekê nû derxist
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de