09:57 21 Îlon 2017
Zindî
    jin dimeşin

    'Rewşa Awarte, tundiya li hember jinê bi qasî 2 caran zêde kir'

    © Foto: Spûtnîk Omer Faruk Baran
    Jiyan
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 11540

    Tundiya li hember jin û zarokan meh bi meh zêde dibe û di 11 mehên pêşî yê sala 2016an de 236 jin hatin kuştin û 368 zarok jî hatin îstîsmarkirin. Hat amajekirin ku piştî ragihandina Rewşa Awarte, tundiya li hember jinê bi qasî 2 caran zêde bû û jin bêhtir bi rêya îşkenceyê hatin kuştin.

    Sekretera Gelemper ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (Kadin Cinayetlerînî Durduracagiz) Fîdan Ataselîm jî derbarê cînayetên jinan ya di dema Rewşa Awarte de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê û diyar kir ku piştî ragihandina Rewşa Awarte tundiya li hember jinê û îstîsmara zarokan bi qasî 2 caran zêde bûye. Lewra hebûna şer ya li welêt, tundiyê zêdetir kir û zirara herî mezin jî dîsa jin û zarokan dîtin.

    ‘JIN BÊHTIR BI RÊYA ÇEKAN TÊN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN'

    Ataselîm amaje dike ku di pêvajoya Rewşa Awarte de bikaranîna çekan jî zêde bûye û piraniya jinan bi çekan hatine kuştin û birîndarkirin.

    Ataselîm behsa guherîna şiklê tundiyê dike û dibêje hejmara jinên di encama îşkenceyê de tên kuştin roj bi roj zêde dibe û wiha pê de diçe: ‘Li Batmanê keçek bi navê Amîne, ji aliyê birayê xwe tê îşkencekirin û kuştin. Li Eskîşehîrê keçek bi navê Kader ji ber ku dema tecawizê li ber xwe da hate kuştin. Herwiha li Bursayê jî, li ber mala jina ku xwest mêrê xwe berde, ji aliyê mêrê wê ve bombe hate teqandin.'
    Rewşa Awarte û civaka şer dibe sedema gelek kuştin û cînayetan.

    Kongreya Jinên Azad, protestoya kuştina Selamet Yeşilmen
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    ‘TUNDÎ DI NAVA MALBATÊ DE DEST PÊ DIKE'

    Endama Rêvebirya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Gulîstan Yalçindag di axaftina xwe ya ji bo Sputnîk Kurdistanê de amaje kir ku desthilatdariya li ser jinê li nava malbatê dest pê dike û dibêje heta nêrîna li hember jinê ya li nava malbatê neguhere dê tundî jî dewam bike. Lewma divê guherîna sereke ji nava malbatê dest pê bike.

    ‘ZILAM JI BER NEBÛNA CEZAYÊN GIRAN BI HÊSANÎ TUNDIYÊ LI JINAN DIKIN'

    Yalçindag dibêje bi dehan sedemên tundiyê hene lê yên herî bi têsîr jî nêrîna civakê û gelek caran jî zimanê medyayê ye. Herwiha dibêje ku li gel gelek qanûnên baş hene jî ji ber ku ev qanûn nayên sepandin, jin nayê parastin û tundî roj bi roj zêde dibe. Lewra ji ber kêmbûna cezayan mêr bi rehetî tundiyê li jinan dikin, ji ber ku dizanin ku ti cezayekî giran ji bo wan nîne.

    ‘DI REWŞA AWARTE DE, JIN HATIN TACÎZ KIRIN'

    Gulîstan Yalçindag behsa rewşa jinan ya di dema Rewşa Awarte de dike û dibêje di dema biserdegirtina malan de tundî li jinan tê kirin, herwiha dema lêgerînê gelek caran tên tacîzkirin. Tundiya li hember jinan li her qadên jiyanê hêj berdewam dikin.

    Yalçindag di dawiya axaftina xwe de dibêje tundî, tacîz û destdirêjiya li ser bedena jinê hêj berdewam dike. Lê jin ne wek berê ne, êdî hay ji xwe û mafê xwe hene ku ev yek jî kêfxweşiyek mezin e.

    TUIK: RÊJEYA XWEKUŞTINÊ LI GORÎ SALA PAR ZÊDE BÛYE

    Di 11 mehên paşî yên ji sala 2016an û vê de 236 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 71 jî rastî tecawizê hatin. Destdirêjî li 368 keçên zarok hatin kirin.
    Li gorî agahiyên rapora Dezgeha Istatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) ê ku di meha tirmehê de weşandiye, rêjeya xwekuştina jinên ciwan, li gorî sala par zêde bûye.

    TUIKê di rapora xwe de ragihandiye ku di sala 2016an de ji sedî 11.3ê jinên xwe kuştine ku emre wan di navbera 13 û 19an de bûn.

    ‘DI NAVA 11 MEHÊN PÊŞÎ DE 236 JIN HATIN KUŞTIN'

    Li gorî daneyên Bîanetê di navbera 1ê Rêbendanê û 20ê Mijdarê yê sala 2016an de 236 jin hatine kuştin, 71 ji wan rastî tecawizê hatine. Her wiha Destdirêjî li 368ê keçên zarok hate kirin.
    Ji sedî 22ê van jinan ji ber daxwaza hevberdanê/redkirina aştbûnê û ji sedî 9ê cineyetan li derve li ber çavê her kesî hatine kirin.
    Ji sedî  67ê jinan ji hêla partner/partnerê xwe yên berê ve hatin kuştin: 121 jin jî ji hela hezkiriyên xwe ve û ji sedî 37ê jinan jî bi destê hezkiriyên xwe yên berê ve hatin kuştin.

    MEHA COTMEHÊ DE 23 JIN Û 2 KEÇ HATIN KUŞTIN
    Di meha Cotmehê de 23 jin û 2 keçên biçûk hatine kuştin. Ji sedî 28ê jinan ji ber daxwaza hevberdan û redkirina aştbûnê hatin kuştin. Her wiha di nav van mehan de zilaman tecawizê 4 jinan kir û 17 jin bi zorê wekî karkerê seksê hate şixulandin. 13 jin rastî destrijiyê hatin, 32 keçên biçûk hatin îstîsmarkirin û 27 jin jî di encama êrîşa zilaman de bi awayên cur be cûr birîndar bûn.
    Ji sedî 52ê cînayetan bi çekan hatin kirin: Di kuştina 2 jinan de tifing, di ya 7an de kêr, di ya 2an de tifinga bi pompe û di 9an de jî demançe hate bikaranîn. Herwiha 4 jin jî bi riya fetisandinê hatin kuştin.

    HERÎ ZÊDE JİN Jİ ALİYÊ PARTNERÊN XWE VE TÊN KUŞTİN

    Di meha Gulanê de 15 jin û zarokek hatine kuştin. Ji sedî 60ê jinan ji aliyê parnetrên xwe yên berê an yê heyîn ve hatine kuştin: Jinek ji aliyê bavê xwe ve, yek ji aliye mêrê xwe yê bi nikâha olî, yek ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê, 4 ji aliyê mêrê xwe, yek ji aliyê karkerê merê xwe, yek ji aliyê merê berê yê jinekê û yek jî ji aliyê nêviyê xwe ve hatiye kuştin. 9 jin ji wan hatine tecawizkirin 2 jî ji ber daxwaza hevberdanê hatine kuştin ku yek ji wan 19 salî bû.
    Ji sedî 47ê cînayetan bi çekan hatine kirin: 4 jin bi çekan û yek bi tifingê hate kuştin. Her wiha qirka yekê hate jêkirin û yek jî hate şewitandin.
    Temenê jinên ku di meha Gulanê de hatin kuştin di navbera 19 û 67an de bû.
    25 keçên zarok destdirêjî li wan hatiye kirin û 31 jin jî rastî şîdetê hatine.

    TECAWÎZA Lİ DİJÎ ZAROKAN HER DİÇE ZÊDETİR DİBE

    Di meha Hezîranê de 22 jin hatine kuştin, 10 ji wan rastî tecawizê hatine, 24 ji wan wekî karkerê seksê hatine şixulandin, 47 keçên biçûk hatin tecawizkirin, 9 jin rastî tacîzkirinê hatine û 32 jin jî rastî tundiyê hatine.
    Ji sedî 82ê jinan ji aliyê partnerê xwe yê berê an jî yên heyî ve hatiye kuştin: 3 jin ji aliyê mêrê xwe yê berê, yek ji aliyê merê xwe yê bi nîkaha dînî, yek ji aliyê hezkiriyê xwe, yek ji aliyê kesekî ku xwe wekî polês bi nav kiriye, yek ji aliyê zavê xwe, keçek jî ji aliyê xizmê xwe hate kuştin.
    Ji sedî 41ê cînayetan, bi riya çeke hate kirin û sedî 45 wan jî bi kêrê hatine kirin: 6 jin bi çekan, 33 ji wan bi tifingan, 10 ji wan bi kêrê hatin kuştin. Herwiha 2 ji wan hatin fetisandin û yek jî bi derbkirinê hatiye kuştin.

    Dİ MEHA TEBAXÊ DE ÊRÎŞÊN Bİ SER TRANSAN DE ZÊDETİR BÛN

    Li Stenbolê jineke trans ya bi navê Hande Kader ji aliyê kesên ne diyar ve hatiye kuştin. Her wiha li Izmîrê jî jinek trans xwe kuşt û Enqere û Mêrsînê jî 3 jinên trans bi daran hatin derbekirin.
    Ji sedî 23 jinan ji ber daxwaza hevberdan û redkirina aştbûnê hatin kuştin. Ji sedî 17 wan ji ber heman sedeman rastî tundiyê hatin û bi giranî birîndar bûn. 3 jin ji aliyê zavayên xwe hatin birîndarkirin.
    Di meha Tebaxê de bi girtina dibistanan, îstîsmara li hember keçên temen biçûk jî zêde bû. Ji sedî 21 zarokan li mala ku bi rêya xapandinê hatin birin û sedî 21ê wan jî li mala xwe rastî îstîsmarê hatin.

    Jİ SEDÎ 41 Jİ JİNAN Bİ RÊYA ÇEKAN HATİNE KUŞTİN

    4 jin bi çekan, 5 bi tifingan û 7 bi kêrê hatine kuştin. Yek jê hate fetisandin, qirka yekê hate jêkirin, yek bi îşkenceyê û yek jî bi derbkirinê hate kuştin. Zilamek wesayeta ku hezkiriya wî jî tê de ber bi newalekê ve werkir.

    ÇEK Û TEQEMENÎ AMÛRÊ HERÎ BİKÊRHATÎ YÊN MÊRAN E

    Mêran di meha Îlonê de 20 jin kuştin, tecawizî 6 jinan kirin û destdirêjî li 3 jinan kirin. Herwiha destdirêjî li 9 kêçên zarok hate kirin û 22 jin jî rastî şidetê hatin.
    Di meha Îlonê de li Stenbolê jinek ji ber ku şalê delingkurt lixwe kiribû rastî êrişê hat. Her wiha li Stenbol û Enqereyê 3 jinên trans jî rastî êrişan hatin.
    Ji sedî 35ê jinên hatîn kuştin ji ber ku wan xwestiye mêrê xwe berdin, nexwestine bi mêrê xwe re li hev bên an jî nexwestine bi wan re bin, hatine kuştin.
    Ji sedî 45ê jinên hatîn kuştin, partnerên wan ew kuştine. Ji sedî 20ê jinên hatîn kuştin partnerên wan ên berê ew kuştine. Jinek ji aliyê birayê xwe, yek ji aliyê xizmên xwe, yek ji aliyê zavayê xwe, 2 jin ji aliyê berê xwe yê berê, 2 ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê hatiye kuştin. Ji sedî 60ê jinan bi çekan hatine kuştin8 jin bi demançeyan, 5 bi tifingan û 7 jî bi kêran hatine kuştin.
    Ji sedî 15ê kesên hatîn kuştin di nava civakê de hatine kuştin. Emrê mêrên jin kuştine ji 20ê heta 72yê bûn, emrê jinên hatin kuştin ji 22yê heta 74ê bûn.

    Bi heman mijarî:

    Jinên mûsilî li dijî DAIŞê ‘Tîma Jinan' ava kirin
    Jinên dijberî Trump daketin kolanan
    DAIŞê du jinên ciwan kuştin
    Bibîne bê jinên kurd li Hesekê çawa şerê DAIŞê dikin
    18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    hejmara geelemper, şîdeta mêran, tundiya li hember jinê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, kadin cînayetlerîne dur diyecegîz, kuştin, gulîstan yalçindag, fîdan ataselîm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de