04:57 24 Mijdar 2017
Zindî
    Rojnamevan

    Rojnameya ‘Şûjin'ê bi 4 çar zimanan dest bi weşanê kir

    © Flickr/ Eelco
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 13941

    Rojnameya Şûjinê ya jinan dest bi weşanê kir. Şûjina ku bi kurmancî, soranî, tirkî, ingilîzî û erebî bi diruşmeya ‘Şûjina bo zimanê medyayê' dest bi weşanê kir, armanc dike ku bibe dengê hemû jinên cîhanê.

    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat
    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    Xebatkarên rojnameyê amaje dikin ku ‘jinên bêyî guh bidin gotinên mêran, dest bi nivîsandinê kirine, wê şûjinê di zimanê medyaya desthilatdar, milîtarîst, zayendperest, seksîst û nêr ku amûrên herî xurt ya di destê baviksalariyê de ye rake.'

    Nûçegihana Şûjinê Rojda Oguz ji Sputnîkê re dibêje ku ew armanc dikin bibin dengê ‘jinan', lewma jî hemû xebatê xwe divê çarçoveyê de dikin.

    Oguz diyar kir ku ew dixwazin bibin dengên jinên zordariyê ji mêr, civat û dewletê dîtine û got destê jinan li kîjan hêlê be ew ê jî li wê hêlê bin. Li gorî nirxandina Oguzê her wiha wê ne tenê dengê jinên kurdan bibin, wê dengê jinên ereb, tirk, faris, brîtanî yanî hemû jinên cîhanê.

    ​Oguz a ku dibêje ew dixwazin dengê jinan li cîhanê belav bikin derbarê mijarên Şûjinê de destnîşan dike ku, wê mijarên wan çand, huner, siyaset û her mijarên ku têkildarî jinan be.

    Oguz da zanîn ku di demeke hemû saziyên kurdan di bin fişarê de ye wan dest bi weşanê kirine û haya wan ji zehmetiyên weşana kurdî heye û diyar kir lê wan hemû zordariyan dane ber çavên xwe û dê xebatên xwe bêtirs û xof bidomînin.

    Peyamnêra Şûjinê di dawiya axaftina xwe de peyamekê dide şopînerên xwe û dibêje: "Şûjin dengê jinan e, destê wê bigrin da ku ew xurt bibe."

    Etîketan:
    bavkanî, rojnameya şûjin, şûjin, jin, armanc, zordarî, jinên kurd, rojnamevan, rojda oguz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de