04:44 26 Sibat 2018
Zindî
    Polês, tîmên taybet derê malekê dişkênin

    Emniyeta Edeneyê ji ber çekên pêlîstok avêt ser seta rêzefîlmekê

    Twitter
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêzefîlmek binavê "Adana 01" ku hemî lîstikvanên wê amator in û li ser tora parvekirinê yê medyayî de di warê tikandinê de digihîj e rekoran,ew vê sibehê rastî serdeavêtina polîsan hat.

    Polîsên ku avêtin ser seta rêzefîlmê hinceta wan ew bû ku çekên pêlîstok yên lûledirêj bikar anîne.

    Lîstikvanan ji bo beşa nû ya rêzefîlmê di nav taxa Çinarliyê fîlmê xwe dikişandin. Kesên li derdorê dîtin ku lîstikvanên rêzefîlmê bi çekên lûledirêj ber bi platoyê ve baz didin. Li ser vê îhbar kirin polîsan. Gelek ekîbên polîsan sewqî seta rêzefîlmê bûn.

    Polîsên ku derdora avahiyê dorpêç kirin bi çekên rastîn yên lûledirêj avêtin ser seta fîlmî. Polîsên ku berê li ser merdîwenan kameramanan dîtin şaş man. dawiyê jî lîstikvanên ku di destê wan de çekên pêlîstok dîtin.

    Etîketan:
    kameraman, çekên lûledirêj, çek, pelistok, Midûriyeta Emniyeta Edeneyê, listikvan, polis, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de