01:21 24 Mijdar 2017
Zindî
    rihanna û harry

    Rîhanna û pismîr Harry testa AIDSê kirin

    © REUTERS
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Stranbêja navdar Rîhanna û pismîr Harry yê ji malbata Mîrtiya Brîtînayayê, li welatê Barbadosê bo balê bikşînin ser AIDSê testa HIVê kirin.

    Bridgetown — Rîhanna û Harry li bajarê Bridgetown ê paytextê Barbadosê ye hatin ba hev û di Roja AIDSê ya Cîhanê de beşdarî organizasyona jêhaybûna ADISê bûn. Rîhanna û Harry li nexweşxaneyek bajêr bi hevre testa HIVê kirin û derbarê girîngiya testê de hin daxuyanî dan. Pismîr Harry di meha Tîrmehê de li Londrayê li ser Facebookê bi rêya welana zîndî dîsa testa HIVê kiribû. Test bi rêya standina xwîna ji serê tiliyan tê kirin û di nava 20 deqîqeyan de encam dide.

    ‘CÎHAN GUH NADE AIDS Ê'

    Pismîr Harry bal kişand ser girîngiya testa HIVê û got cîhan guh nade vê nexweşiyê û wiha pê de çû: ‘Din û çand çi be bila bibe ferq nake divê herkes vê testê bike.'

    Bi heman mijarî:

    Li wargeha Mexmûrê çend tedbîr ji bo nexweşiya kolerayê
    Nexweşiya kolêrayê gihîşt Kurdistanê!
    'Tirkiye rê li ber penaberên bijîşk û endezyar digre'
    Pêwîstiya Nepalê bi bijîşk û dermanan heye
    Etîketan:
    aids, harry, rihanna, hiv, Barbados
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de