13:45 24 Hezîran 2018
zarok-bebek

Li Rûsyayê kreşa bo mezinan hate vekirin

© AP Photo/ Gosia Wozniacka
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Novosibriskê kesek bi navê Evgeniy Pyatkovskiy, kreşek bo mezinan vekir. Mezinên emrê wan di navbera 23 û 40an de li vê derê bi hev re gelek çalakiyên sosyal lidar dixin û stresa kar ji ser xwe davêjin.

Navenda nûçeyan — Pyatkovskiy di axaftina xwe ya RİA Novostiyê de got: ' Keça min bi kêfxweşî diçû kreşê. Min û hevala xwe me demên xwe yên kêfxweş bibîr anî û me behsa zaroktiya xwe kir. Li ser vê yekê fikra vekirina kreşlek bo mezinan hate hişê me.'

Pyatkovskiy  destnîşan kir ew bo kesên li ofîsan dixebitin stresa xwe bavêjin hin cure çalakî û antremaman lidar dixin. Perwerde wê ji aliyê mamosteyan tê dayîn û bo kêfxweşia 'zarokên mezin' dê her cure çalakî bêne lidarxistin. Rojaneya buhayê kreşê 3 hezar ruble ye.
Kreş bi sîstema randevûyê dixebite. Hat ragihandin ku mêrên emrê wan 28-40 û jinên emrê wan di navbera 23-30an de serî li kreşê didin.

Bi heman mijarî:

Ji bo Zarok TVyê kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin
Hunermendên kurd li hemberî girtina Zarok TVyê derketin
YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt
2 zarok ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin
DAIŞê ji ber lîstika futbolê 6 zarok îdam kirin
Etîketan:
strasa jiyanê, mezin, zarok, kreş, Evgeniy Pyatkovskiy, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de