10:26 18 Hezîran 2018
Heleb

Li Sûriyeyê hejmara bijîskan roj bi roj kêm dibe

© AFP 2018 / AMEER ALHALBI
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Sûriyê, bi sedema bombebarînan bi sedan nexweşxane wêran bûne û hejmara bijişk û karmendên tendirustiyê jî roj bi roj kêmtir dibe.

Navenda nûçeyan - Ajansa tendirustiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ji bo bajarê Helebê banga alîkariya bijîşkî dike.  Herwiha ajansa tendirustiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku tundî were rawestandin ji ber ew rê li hatina alîkariyên mirovî digre.

Endamê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Rick Brennan li Cenevê daxuyanî da û got li gorî agahiyên berpirsên tendirustiyê, tenê di du hefteyên derbasbûyî de, 338 kuştî hene ku 106 ji wan zarok in. 846 birîndar jî hene ku 261 ji wan zarok in.

Bi gotina rêvebiriya alîkariya lezgîn a rêxistina tendirustiya cîhanî, şer li Helebê giran dibe û ji ber vê yekê bijîşk û karmendên tendûristiyê nikarin derbasî nava Helebê bibin. 

LI HELEBÊ TENÊ 30 BIJÎŞK MANE

Rick Brennan destnîşan kir ku heta çend rojên borî jî li Helebê, 8 nexweşxaneyan kar dikirin, lê bi sedema bombebarankirinê, 2 nexweşxane hatine wêrankirin û niha nayên bikaranîn. Vê yekê karê karmendên tendirustiyê zehmetir kiriye. Niha tenê bi qasî 30 bijîşk li deverê mane û hejmara wan rojane kêm dibe.

Bi heman mijarî:

NY: Li Sûriyeyê 700 bijîşk û personelên tenduristiyê hatine kuştin
TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
Pêwîstiya Nepalê bi bijîşk û dermanan heye
Bijîşkên Sînornenas ji bo Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşanî YEyê da
Etîketan:
alîkariya tendûristî, bijîş, şer, rick brennan, heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de