21:51 25 Îlon 2017
Zindî
    polês - cihê bûyerê - bombe

    Li Rihayê pevçûn: 1 kuştî 4 birîndar!

    © Foto: AA
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 261 0 0

    Li navçeya Serêkaniya girêdayê bajarê Rihayê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

    Riha — Li gorî îdiayan di navbera xwediyê aşxaneya ku li kolana Cumhuriyetê ya Serêkaniyê ya Rihayê ye U.G û kurê wî ku navê wî nehat hînbûn û T.N, U.K, S.K, Ş.Kê de nîqaş derketiye û piştî nîqaşan şer derketiye. Hate ragihandin ku wediyê aşxaneyê û kurê wî li ser kesên ku ji Siwêregê hatibûn gule reşandine û di encamê de T.N, U.K, S.K, Ş.Kê birîndar bûne, zarokê 4 salî yê bi navê Ferhat Kiliç jî giran birîndar bûye.

    Li servê yeke gelek polês û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar ji bo derman kirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, lê tevî hemû mudexaleyan zarokê 4 salî nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.

    Polêsan du kesên ku tevlî pevçûnê bûn desteser kirin û derbarê bûyerê de jî lêkolîn dan destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê pevçûn: 4 birîndar!
    Li Stenbolê pevçûn: Kuştiyek û du birîndar
    Li Êlihê şer û pevçûn: Leşkerek birîndar e
    Li Dêrsimê şer û pevçûn
    Li Stenbolê pevçûn: 3 birîndar hene
    Etîketan:
    birîndar, mirî, pevçûn, Ferhat Kiliç, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de