22:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

    Rûsya mûeyîdeyên li ser Misrê radike

    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 3310

    Ajansa Venêrîn a Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) ragihand ku wê ji xeynî kartolan hemû mûeyîde û qedexeyên li ser fêkî û sebzeyên li ser Misrê rakin.

    Navenda nûçeyan - Serokê Rosselhoznadzor Sergey Dankvert û hin rayedarên Misrî hatin ba hev û civînek lidar xistin. Piştî hevdîtinê Ajansa Rosselhoznadzor daxuyaniyek da ku tê de dihate gotin ku ‘bi şertê standina bergiriyên hewce yên tenduristiyê ji xeynî kartolan, Rûsya biryar daye ku mûeyîdeyên li ser sebze û fêkiyên Misrê rake.'
    Herwiha di daxuyaniyê de tê ragihandin ku şandeyek ku ji pisporên rûs pêk tê wê di mehên cotmeh û sermawezê de biçin Misrê û binêrin ku ka şertên bo îtxalata kartolan hatiye cih an na.
    Rûsya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 22ê Îlonê de ambargo danîbû ser sebze û fêkiyên Misrê.

    Bi heman mijarî:

    Rosselhoznadzorê dest danî ser tiriyê qaçax ê Tirkiyeyê
    ‘Ji bo rakirina qedexeyên kirîna sebze û fêkiyan ewlehî şert e'
    Rûsya: Ûkrayna daneyên di derbarê balafira MH17ê de vedişêre
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Senatorê amerîkî: Rûsya li Sûriyeyê tekane hêza bibandor e
    Etîketan:
    qedexeya li ser fêkiyan, ambargo, fêkî, Rosselhoznadzor, Sergey Dankvert, misr, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de