16:43 22 Çile 2018
Zindî
    sîngapur-sîngapûr

    Karkerên biyanî Sîngapûr wek bajarê mercên jiyanê lê herî baş e hilbijart

    © Foto: Wikipedia
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Karkerên biyanî Sîngapûr wekî welatê mercên jiyanê lê herî baş û gengaz e hilbijart.

    Navenda nûçeyan -  Di encama lêkolînên Xebatkarên Biyanî yê HSBC ya sala 2016an de, Sîngapûr di nava 190 welatan de wekî sala par îsal jî welatê mercên jiyanê lê herî baş e hate hilbijartin.

    SÎNGAPÛR DI WARÊ MERCÊN XEBATÊ, JIYAN Û PERWERDEHIYA ZAROKAN DE BAJARÊ HERÎ BAŞ E

    HSBC îsal di mehên Adar û Nîsanê de li 190 welatan li ser 27 hezar xebatkaran de derbarê teknolojiyên agahiyê, fînans û endezyariyê de lêkolînek berfireh kir û encamên wê eşkere kir.

    Di encama lêkolînan de bajarê Sûngapûrê ji aliyê karkerên biyanî ve bajarê ku di warê mercên xebatê, jiyan û perwerdehiya zarokan de bajarê herî baş hate hilbijartin.
    Li gorî lêkolînên ku di warê qelîteya jiyanê de hate kirin de ya ku 533 xebatkarên biyanî beşdar bûn de ji sedî 62ên wan di warê dahatê û ji sedî 66ên wan jî di warê qelîteya jiyanê de fikrên xwe yên erênî eşkere kirin.

    Li gorî lêkolînan li seranserê cîhanê dahata gelemper 97.000 dolar e û li Sîngapûrê ev hejmar 189.250 dolar e.
    Ji sedî 84ê xebatkarên li vî welatî li gorî yên welatên din xwe gelekî bi ewle his dikin.

    TIRKIYE, SALA PAR DI RÊZA 35 ÎSAL KET YA 39EMÎN

    Di encama lêkolînê de Yenî Zellanda 2emîn, Qanada 3emîn û Komara Çekê jî 4emîn welatên ku mercên jiyanê lê baş in hatin hilbijartin.  
    Hong Kong jî di rêza 14emîn de ye.
    Tirkiye sala par di rêza 35emîn de bû lê îsal daket heta heta 39emîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Orduyê êrîşî karkerên kurd kirin
    Di 6 mehên destpêkê de 58 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
    Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
    Ji Kurtulmuş daxuyaniya Rûsyayê: "Mafê xebata karkerên tirk hat dayîn"
    Wesayîta ku karkerên çandiniyê têdebûn qeza kir: 10 mirî 5 birîndar
    Etîketan:
    welatên pêşketî, zehmetî, mercên jiyanê, karkerên biyanî, tirkiye, sîngapûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de