12:05 26 Îlon 2017
Zindî
    jin-zarok

    ‘Ji ber nebûna qanûnan, li Kurdistanê jin têne qetikirin'

    © AFP 2017/ AREF KARIMI
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Jinên çalakvan yên Kerkûkê bertek dan qetilkirina jinan û sedema vê yekê wek nebûna qanûnan eşkere kirin.

    Kerkûk - Wekî li gelek deverên cîhanê li Kurdistanê jî her sal bi sedan jin têne îşkencekirin û qetilkirin. Hejmar û rêjeya îşkence û kuştina jinan ya li Herêma Kurdistanê her sal zêdetir dibe û ev yek di nava civakê de bû sedema metirsiyekê.
    Derbarê mijarê de jinên çalakvan yên Kerkûkê di daxuyanî dan Rojnewsê û diyar kirin ku ji ber nebûna qanûnan her sal bi dehan jin têne îşkencekirin û kuştin.  

    ‘JI BER NEBÛNA QANÛNAN JIN TÊNE QETILKIRIN'

    Herwiha Hevseroka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya herêma Kerkûkê Rêhan Hemedî derbarê tundiya li ser jinan de diyar kir ku êrişa li ser jinan bi awayekî hov berdewam dike. Hemedî destnîşan kir ku ta duh jinek li Kerkûkê piştî ku hate îşkencekirin hate kuştin û got ev yek diyar dike ku civak di rewşeke metirsîdar de ye.

    Hemedî destnîşan kir ku berpirsiyarê kuştinan qanûn in. Lewra ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li Iraqê qanûnek ku parastina jinan bike û kujeran ceza bike nîne.
    Hemedî dibêje ku kuştinên jinan dûr exlaq û nirxên mirovahiyêyê û têsîrên xirab li ser civakê dike.

    ‘DIVÊ JIN XWEDÎ ÎRADE BIN'

    Çalakvaneke din ya Kerkûkê Lavîn Nûredîn jî di axaftina xwe de diyar dike hejmarek jin berpirsiyarên rewşa niha ne lewma jî divê ji aliyê fikrê ve bêne perwerdekirin. Lavîn dibêje nabe ku jin têkevin bin têsira qanûneke ku mafên jinan diçewisîne. Divê jin bi hêz û îrade bin.

    Bi heman mijarî:

    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be
    Yekitiya Jinên Şengalê: Êşa herî mezin bû para jinên êzidî
    ‘3 hezar û 500 jinên Êzîdî di destên DAIŞê de ne'
    Ji ber şer derûniya jinên Hezexê têk çûye
    Etîketan:
    qetilkirina jinan, çalakvanên jin, perwerdehî, îşkence, êriş, Lavîn Nûredîn, Rêhan Hemedî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de