18:38 27 Gulan 2018
Hec

Erebîstana Siûdî: 'Heciyên Dewleta Kurdistanê, hûn bixêr hatin'

© REUTERS / Ahmad Masood
Jiyan
Lînkê kurt
0 0 0

Heciyên Kurdistanê yên ku îsal bo heca xwe bînin cih çûn Erebîstan Siûdî pêrgî suprîzeke xweş hatin. Lewra li bajarê Mekkeyê li hin mizgeftan tabelayên ‘Heciyên Dewleta Kurdistanê, hûn bi xêr hatin' hatibûn daliqandin.

Navenda nûçeyan -  Derbarê vê yekê Berpirsê Ragihandina Umre û Hecê ya Herêma Kurdistanê li Erebistana Siûdiyê Arwan Stûnî di axaftina xwe ya Rûdawê de diyar kir ku heciyên kurd li taxa Cumeze ya Mekkeyê li mizgefta ji bo heciyan hatibû veqetandin, bi tabeleya "Dewleta Kurdistana Iraqê" hatin pêşwazîkirin.

Arwan Stûnî amaje kir ku navê Kurdistanê salên dawiyê ketiye pêş û êdî pêwîst nake ew bibêjin ku ‘Em kurd in.' Stûnî  destnîşan kir ku jixwe dema ku xelkê siûdî wan bi cil û ala Kurdistanê dibînin nas dikin û pêşwaziyê wan dikin. Rêzê ji kurdan digrin.

mekke-tabeleya kurdistan
mekke-tabeleya kurdistan

Stûnî daxuyand ku li Erebistana Siûdî her sal bi milyonan Qûran û risale, Kurdî jî di nav de bi 40 zimanên cuda belav dike û dike ku gelên li vê derê ji xwe re sûdê wergirin.

Îsal yekemîn karwana heciyên Herêma Kurdistan 13ê Tebaxê birêket. Ji Hewlêrê hezar 277, ji Duhokê 691, ji Silêmaniyê û rêveberiya Germiyanê hezar 488 kes ji bo ferza hecî çûna Erebistana Siûdiyê.

Bi heman mijarî:

Dîroka çûyina heciyên kurd bo Erebîstana Siûdî diyar bû
Hê jî 6 heciyên kurd winda ne
Hejmara heciyên kurd yên mirî gihîşt 24an
Hejmara heciyên kurd yên mirî her diçe zêde dibe
Hejmara heciyên Kurd yên mirî derket 9an
Etîketan:
surpîz, qûr'ana pîroz, tabelayên kurdî, mala xwedê, heciyên kurd, zimanê kurdî, Arwan Stûnî, erebîstana sîûdî, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de