17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    gerok

    Li Dîlokê êrişî gerokên'koreyî' kirin

    © Foto: DHA
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 901

    Komeke gerokên ji Koreya Başûr, bi hinceta mîsyoneriyê dikin, ji navenda bajêr hatin qewirandin.

    Dîlok — Hat ragihandin ku komek gerokê ji Koreya Başûr yên ku li Dîlokê li cihên dîrokî digeriyan rastî êrişê hatin. Çend kes xwe avêtin pêşiya gerokan û ji wan re gotin: 'Çi karê we li vir heye? Hûn mîsyoneriyê dikin. Hûn alîkariya misilmanan dikin da ku ew bibin xiristiyan.'

     

    Gerokê ku li cihê dîrokî digeriyan xwestin ku Mizgefta Mezin jî bibînin û çûn hewşa mizgeftê. Di wê demê de komek ku li hewşa mizgeftê rûsniştîbûn, bertek dan gerokan û wan bi mîsyoneriyê sûcdar kir û giliyên wan li polêsan kir.

    Gerokên koreyî li hember vê yekê şaş man.

    XWESTIN KU BI MELKESAN ÊRIŞ BIKIN

    Karkerekî paqijiyê xwest ku bi melkesê êrişî gerokan bikin lê gel destura vê yekê neda. Li ser vê yekê koma gerok ji herêmê veqetiyan.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ li Dîlokê polêsek birîndar kir
    Parlementerê HDPê yê Dîlokê: Li Dîlokê gelek malên DAIŞê hene
    Tê îdiakirin xwekujê ku li Dîlokê xwe teqand Yunus Durmaz e
    Endamên DAIŞê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê têne dermankirin
    Li Dîlokê karesat:6 jê zarok 7 kes di avahiyê de şewitîn
    Li sînorê Dîlokê êrişa DAIŞê: 3 kuştî û 11 birîndar
    Li Dîlokê 54 xwendekar hatin binçavkirin
    Etîketan:
    koreya başûr, gerok, cîhadîst, dîlok, êriş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de