12:53 20 Tebax 2017
Zindî
    zarok

    Li Ewrûpayê her ji 4 zarokan zarokek hêjar e

    © Flickr/ Lili Vieira de Carvalho
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 401

    Li gorî daneyên Eurostatê li welatên Ewrûpayê her ji 4 zarokan zarokek bi metirsiya hêjarî û dûrxistina ji civakê re rû bir û ye.

    Navenda nûçeyan — Li gorî agahiyên li ser Deutsche Welle Turkçe yê hatine belavkirin, parlementera Meclisa Federal ya Partiya Çep ya Almanyayê Sabine Zimmermann, daneyên Saziya Îstatîstîkan ya Ewrûpayê, Eurostatê parvekiriye.
    Li gorî daneyên Eurostatê yê sala 2014an li welatên Ewrûpayê ji her 4 zarokan zarokek bi tehdîta hêjarî û dûrxistina ji civakê re rû bir û ye. Herwiha di sala 2014an de ji sedî 27,4ê zarokên temenê wan di bin 16 salan de bi xizaniyeke mezin re rû bir û ne. Ev rêje tê wateya 22 milyon û 850 hezar kesan.

    Hejmara kesên di bin xetereya xizaniyê de ne jî di sala 2010an de bi qasî 200 hezar kesan zêde bû ne.

    LI ALMANYAYÊ 2 MILYON Û 270 HEZAR ZAROK BI TALÛKEYA HÊJARIYÊ RE RÛ BI RÛ YE

    Rêjeya zarokên di bin talûkeya xizaniyê de yên li Almanyayê ji yên Ewrûpayê kêmtir e lê ev rêje piştî sala 2012an her ku diçe zêde dibe. Eurostat eşkere kir ku di sala 2014an de li Almanyayê 2 milyon û 270 zarok bi talûkeya hêjariyê re rû bi rû  ye. Ev hejmar ji ya sala 2012an de 140 hezar zêdetir e.
    Li gorî daneyên Daîreya Îstîhdama Federal ya meha Gulanê ji her 7 zarokan zarokek jiyana xwe bi saya alîkariyan dimeşîne. Hate diyarkirin ku di sala 2015an de milyonek û 540 hezar zarokên ku temenê wan di bine 15 salan de ye debara xwe bi alîkariyan dikin.

    Bi heman mijarî:

    UNICEF: Ewropa di mijara parastina zarokên penaber de biserneketiye
    Zarokên Sûriyeyê jî dixwazin ew jî wek Pîkaçûyê bên dîtin
    UNICEF: Heta sala 2030an 69 milyon zarokên temenê wan di bin 5 salan de wê bimrin
    Li Bendîxaneya Entabê zarokên girtî şilfîtazî kirin
    Etîketan:
    alîkarî, xîzanî, hêjarî, zarok, Meclisa Federal ya Partiya Çep ya Almanyayê, Sabine Zimmermann, ewrûpa, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de