14:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Koçberên êzidî

    Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAY
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Îro li seranserê cîhanê bo jinên êzidî yên ku ji aliyên DAIŞê ve hatibûn qetilkirin di saet 11:00an de çalakiya ‘bêdeng' hate lidarxistin.

    Navenda nûçeyan — Îro salvegera komkujiya jinên êzidiyên Şingalê ye. Bi boneya vê rojê banga çalakiya 'bêdeng' li hemû jinên cîhanê hatibû kirin.
    Çalakî ji aliyê Meclisa Jinên Êzidî yên Şingalê ve hate sazkirin û meclisê daxwaz kir ku 3ê Tebaxê wek ‘Roja Çalakiyan a Navnetweyî ya li Hember Komkujî û Qirkirina Jinan' bê ragihandin.

    Komeleyên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Platforma Têkoşînê ya bo Jinên Bi Zor Hatine Revandin jî piştevaniya banga meclise kir.
    Îro gelek jinên cîhanê li sûk û bazaran,  li kolanan û taxan ango li her deverên jiyanê çalakiya ‘bêdeng' lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Cîhan bo jinên êzidî wê ‘deqeyekê' bêdeng be!
    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin
    ‘Rewşa jinên êzidî yên di destên DAIŞê de ne diyar e'
    Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
    Etîketan:
    komkujiya jinên êzidî, Platforma Têkoşînê ya bo Jinên Bi Zor Hatine Revandin, roja Çalakiyan a Navnetweyî ya li Hember Komkujî û Qirkirina Jinan', kja, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de