02:42 18 Çile 2018
Zindî
    jin dimeşin

    Jin wê li hember Rewşa Awarte li Stenbolê çalakiyekê lidar bixin

    © Foto: Spûtnîk Omer Faruk Baran
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclisên jinan yên HDP, HDK Û KJA bo ku li hember Rewşa Awarte û derbeyan bertekên xwe eşkere bikin, wê li navçeya Kadikoy a Stenbolê çalakiyekê lidar bixin.

    Stenbol — Meclisên jinan yên HDP, HDK û KJAyê daxuyaniyeke hevpar belav kirin ku tê de tê gotin ku ‘Em li dijî derbeyan azadiya xwe diparêzin' Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku derbekar qesdî can, azadî û mafên mirovan dikin. Tişta derbekaran ya bi qasî bombe û çekên wan bi talûke ye jî, fikra wan ya dijminatiya azadiyan e.
    Jinan di daxuyaniya xwe ya hevpar de destnîşan kirin ku Rewşa Awarte dewamiya rejîma derbeyan e ku ew qesdî jiyanê dikin û azadiyan asteng dikin.
    Di encama derbe û Rewşa Awarte de tundî bi halê xwe yê herî hov li hemû civakê belav dibe. Di dema derbe û Rewşa Awarte de hedefa yekem herdem jin in. Dixwazin bi rêya destdirêjî, tacîz û lîncan jinan li nava malên wan asê bikin.

    ROJA YEKŞEMÊ SAET 17:00an DE

    Jin wê roja yekşemê saet 17:00an bi peyama ‘Em derbe û Rewşên Awarte naxwazin' wê li Qada Îskele ya Kadikoyê bicivin û çalakiya xwe lidar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Etîketan:
    em derbeyê nazwazin, yekşem, kadikoy, jin, derbe, çalakî, hdk, kja, hdp, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de