10:35 27 Gulan 2018
Palyaço zarokan kêfxweş dike, Dêra Kurdziman

Dêra Kurdziman a Rojava zarok bi kurdî şa kirin

© Foto: Screenshot via File
Jiyan
Lînkê kurt
0 01

Dêra Kurdziman a Rojava bi boneya ‘20ê Mijdarê Roja Zarokan' li Hewlêrê çalakiyeke şahiyê li dar xist.

Hewlêr — Dêra Kurdziman a Rojava ya bi navê Dêra Qisir Dubara, li Hewlêrê çalakiyeke şahiyê ji bo zarokên Rojava li dar xist û dilên wan şa kirin.

Amadekarên şahiyê diyar kirin ku ev çalakiya wan a çaremîn e ku berî niha ji bo Newroz û seyranê jî çalakî li dar xistine.

Amadekaran gotin ku di çalakiyên berê de bêtirî hezar zarokî beşdar bûye û di vê çalakiya ku bi boneya ‘20ê Mijdarê Roja Zarokan' de jî 700 zarok kom bûne.  

Derbarê armanca çalakiyê de jî amadekaran gotin ku zarokên Rojava ji ber sedemên şer bêken û dilgiran in û me jî xwest ku bi şahiyeke rengîn ve dilên wan kêfxweş bikin; xweşikiya jiyanê bînin ber çavên wan.

Di çalakiyê de lîstik, pêşbirk û fêlbaziyên palyaçoyan, goven û stranan hatin pêşandan.

Bi heman mijarî:

MAZLUMDER: Tirkiya mafên zarokan binpê dike û tecawizkaran xelat dike
ÎHD: ‘Di nava 11 mehan de 51 zarok ji hêla dewleta tirk ve hatin kuştin'
20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medyaya civakî' hatin girtin
Bi ser dayik û du zarokên wê de gule reşandin
Li Çanakkaleyê keştiya penaberan binav bû: 7 jê zarok 14 kes xeniqîn
Etîketan:
20ê Mijdarê Roja Zarokên Cîhanê, çalakiya şahiyê, Dêra Kurdziman a Rojava (Dêra Qisir Dubara), Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de