17:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Çiftçi (qaymeqamê Pirsûsê)

    Gelê Pirsûsê ji bo mazûvaniya gelê Kobaniyê xelat stand

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 8210

    Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat a ku navenda wê li Amedê ye, ji ber pêşwazîkirin û xwedîderketina gelê Kobaniyê xelata taybet a lijneya hilbijêr îsal da gelê Pirsûsê.

    Omer Faruk Baran

    Pirsûs — Di merasîma xelatdayîna Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat de li ser navê gel xelata taybet qaymeqamê Pirsûsê Abdullah Çiftçi û şarêdarê Pirsûsê Orhan Şansal stand.

    Lê ji ber ku Orhan Şansal, dema merasîmê li Kobaniyê bû, li şûna wî hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê xelat girt.

    Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çiftçi di merasîmê de hestên xwe wiha ji Sputnikê re vegot: ‘Niha Ewropa gişt nikare mazûvaniya 100 hezar penaberî bike, lê gelê Pirsûsê di 3 rojan de 180 hezar penaberên ji Kobanê hatî li mala xwe hewandin û rûyên xwe jî qet tirş nekirin. Ew qehremanî ye. Sipasî ji bo her kesî.'

    Çiftçi diyar kir ku li Pirsûsê hîn jî 60 hezar penaber hene.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Dîmenên zindî yên bombevanê Pirsûsê derketin
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
    Etîketan:
    Pirsûs, Kobanî, Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de