20:28 24 Îlon 2017
Zindî
    madeyên hişber

    Jinên kurd di bin xetereya esrar û afyonê de dipirçiqin

    © AP Photo/ / Jim Cole
    Jiyan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Li eyaleta Sineyê ya rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li bajarê Sineyê bi xwe, hejmareke mezin a kurdan, ji ber sedemên cuda cuda, madeyên hişber bi kar tînin û rêjeya bikaranîna madeyên hişber jî roj bi roj zêde dibe.

    Sine — Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine berpirsekî rojhilatê Kurdistanê li eyaleta Sineyê bikaranîna madeyên hişber di nav jinan de pir zêde bûye û gihiştiye 2 qatî rêjeya par.

    Berpirsê Kar û Barên Jinan a Sineyê Leyla Ajîr eşkere kir ku di nav jinan de nexweşiyên civakî pir zêde bûne û ev yek derbeyên giran li malbatê dixe.

    Leyla Ajîr anî ziman ku yek ji wan nexweşiyan, bikaranîna madeyên hişber e ku li gorî par, rêjeya jinên ku madeyên hişber bi kar tînin du caran zêde bûye, ev jî mirov dilgiran dike û ditirsîne.

    Ajîr diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişber ji aliyê jinan ve, ew e ku jin haya wan zêde ji ziyanên madeyên hişber nîn e. Lewma divê sazî û navendên pêwendîdar bi taybetî jî medya û navendên ragihandinê di agahdarkirina jinan de roleke aktîv bilîzin.

    Berpirsê Saziya Têkoşînê ya li dijî Madeyên Hişber a Sineyê, Selîm Kerîmî par gotibû ku %9ê bikarberên madeyên hişber ên Sineyê, jin in. Li gorî gotinên Leyla Ajîr û Kerîmî, niha li Sineyê derdora %20ê kesên ku madeyên hişber bi kar tînin, jin in. 

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    Hewramî: 'Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe'
    Komîsyona Şefafiyetê ya Kurdistanê: 'Bila miaşê 3 mehan demildest bê dayîn'
    Barzanî: ‘Êdî dema nirxandina rewşa Kurdistanê hatiye'
    Amerîka ji bo siyasetmedarên Kurdistanê: ‘Nakokiyan kûrtir nekin, aramiyê biparêzin'
    Partiya Sosyalîst a Kurdistanê êdî li Amedê siyasetê dike
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de