13:31 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Sedir û Amirî ji bo hikûmeta Iraqê hevpeymana herî mezin ragihandin

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda es-Sedir û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî hevpeymaniya herî mezin a nav Civata Nûnerên Iraqê ragihandin.

Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir bi civîneke rojnamevanî ragihand ku, wan digel Hadî Amirî ji bo destpêkê li hev kiriye ku bibin mezintirîn lîste di nav Civata Nûnerên Iraqê de.

Muqteda Sedir got ku, armanca pêkanîna wê hevpeymaniyê, pêkanîna hikûmeteke rasteqîn e û diyar kir, deriyê hevpeymaniyê ji hemû aliyên din re jî vekirî ye.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Muqteda es-Sedir bi lîsteyên Eyad Elawî û Emar Hekîm re jî li hev kiribû.

Bi heman mijarî:

YNKê ji Elî Sîstanî xwest ku rewşa siyasî çareser bikin
Hastaga betalkirina cezayê îdamê yê Penahî ket rojevê
Iraq: Hevpeymana Fetîh û Dewleta Yasa li ser Ebadî li hev kirin
Li Stenbolê operasyona berêvarê: 10 kes hatin binçavkirin
Makedonyayê navê xwe guherand
Putin ji bo siberoja Rûsyayê got: Her tişt dê xweş be
Li Fransayê kesekî du kes hêsîr girtin
Etîketan:
Hikûmeta Iraqê, Hadî Amirî, Muqteda es-Sedr, İraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de