09:46 19 Hezîran 2018
Hilbijartin-YNK-Silêmanî

YNKê ji Elî Sîstanî xwest ku rewşa siyasî çareser bikin

© Sputnik / Osman Baqelî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Polîtburoya siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) nameyek ji mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re şand û daxwaza çareserkirina rewşa siyasî ya Iraqê jê kir.

Di nameya YNKê ya ku ji Elî Sîstanî re hatiye şandin de, daxwaz ji Sîstanî hat kirin ku di çarçoveya yasayan û destûrê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera şîeyan û aliyên din kar bike da ku nakokî werin çareserkirin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku Iraq di rewşeke metirsîdar de derbas dibe û çareserkirina pirsgirêkên siyasî û pêkanîna himûmeteke niştimanî berpirsyaretiyeke dîrokî, niştimanî, siyasî û yasayî ya mezin e û rêzgirtineke ji mafê dengdanê re.

YNKê herwiha got, "Em weke hêzên Kurdistanî divê karê xwe bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mafê xwe di çarçoveya Iraqa federal de zêde bikin."

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê operasyona berêvarê: 10 kes hatin binçavkirin
Makedonyayê navê xwe guherand
Li Fransayê kesekî du kes hêsîr girtin
Putin ji bo siberoja Rûsyayê got: Her tişt dê xweş be
Tirkiyê doz li fermandarê YPGê vekir
Sûriyê ji bo êrîşên Hesekê name ji NYyê re şand: Şermezar bikin!
Etîketan:
Iraq, YNK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de