05:46 21 Hezîran 2018
Posterê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Iraq: Hevpeymana Fetîh û Dewleta Yasa li ser Ebadî li hev kirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi seroktiya Nûrî Malikî li ser lihev kirine ku careke din Heyder Ebadî bibe serokwezîr.

Endamê Hevpeymaniya Fetih Henîn Qedo bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand ku rêkeftineke seretayî di navbera Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî de çêbûye ku cara duyem Heyder Ebadî bibe serokwezîrê Iraqê.

Henîn Qedo li ser nakokiyan navbera Hevpeymaniya Nesir û Hevpeymaniya Saîrûn jî got, "Li gorî wan encamên niha ku li ber dest in, Hevpeymaniya Nesir ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, ji Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir dûr ketiye, ji ber ku Hevpeymaniya Saîrûn ji bo ku Ebadî gera duyem a serokwezîrtiyê werbigire, mercên pêşwext danîne pêşberî wî."

Qedo diyar kir ku Heyder Ebadî mercên lîsta Muqteda Sedir red kirine û wiha axivî: "Danîna serokwezîrê dahatî diyartirîn astengiya li ber ragihandina hevpeymaniya siyasî ye, zêdebarî çaverêkirina encamên hejmartina bi destan a hilbijartinan, ku dê bibe sedema guhertinê di hejmara kursiyên aliyan di parlamentoyê de."

Bi heman mijarî:

Li Fransayê kesekî du kes hêsîr girtin
Putin ji bo siberoja Rûsyayê got: Her tişt dê xweş be
Tirkiyê doz li fermandarê YPGê vekir
Sûriyê ji bo êrîşên Hesekê name ji NYyê re şand: Şermezar bikin!
Barzanî: Em rewşa piştî 16ê Cotmehê û betalkirina dengên pêşmergeyan qebûl nakin
Etîketan:
Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de