10:01 19 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Ebadî: Hikumeta û parlamentoya Iraqê nikarin hilbijartinan betal bikin

© REUTERS / Ludovic Marin
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî betalkirina encamên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê red kir û got, "Hikûmet û parlamento nikarin encamên hilbijartinan betal bikin."

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li Bexdayê, paytexta Iraqê civîna xwe ya çapemeniyê ya heftan li dar xist.

Ebadî di vê civînê de derbirî ku ne hikumet û ne jî parlamentoya Iraqê nikarin encamên hilbijartinên giştî yên parlamentoyê, ku di roja 12ê Gulanê de hatibûn lidarxistin, betal bikin.

Serokwezîrê Iraqê got: "Tenê Dadgeha Iraqê ya Federalî dikare biryar bide, ku hilbijartin were dubarekirin û ew yek ne di destê hikumet û parlamentoyê de ye."

Bi heman mijarî:

Ebadî: Serokwezîrê Tirkiyeyê soza xwe bi cih neanî
Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
El-Heyat: Ebadî ji Partiya Yasa vediqete
'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'
Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de