05:56 21 Hezîran 2018
Zarokên DAIŞî

Hewlêrê 853 DAIŞî şandin Bexdayê

© AFP 2018 /
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di nava 8 mehên borî de Hewlêrê 853 mehkumên DAIŞî teslîmî hikûmeta Bexdayê kirine.

DAIŞ
© AP Photo / albaraka_news, File
Berpirsê Ofîsa Bersivdayîna Raportên Navneteweyî yên Hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zebarî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 8 mehên borî de hikûmeta Kurdistanê 853 mehkumên ku ji endamtiya DAIŞê hatibûn girtin teslîmî Bexdayê kirin.

Li gor daxuyaniyê ji Tîrmeha 2017an hetanî Adara 2018an li Kurdistanê hejmara kesên ku bi endamtiya DAIŞê hatine 2 hezar û 704 kes in.

Berpirsê ofîsê Dîndar Zebarî di axaftina xwe ya 12ê Adarê de jî gotibû ‘teslîmkirina endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibûn desteserkirin a Bexdayê dest pê kir. Pêvajoya teslîmkirinê li gor plansaziya navbera Hewlêr û Bexdayê pêk tê.

Bi heman mijarî:

‘Ew sindoqên duh li Bexdayê şewitîn dengên erebên sunî bûn'
Li Bexdayê agir bi depoya sandoqên hilbijartinê girt
Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin
Li Bexdayê cebilxane teqiya: 8 kuştî, 27 birîndar
Li Herêma Kurdistanê û Bexdayê xwenîşandan li dijî Tirkiyeyê bi rê ve çûn: Êdî bes e
Etîketan:
DAIŞ, Berpirsê Ofîsa Bersivdayîna Raportên Navneteweyî yên Hikûmeta Kurdistanê, Dîndar Zebarî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de