09:08 18 Hezîran 2018
Muqteda es-Sadr

Muqteda es-Sedr: Rewş xerab e

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê koalîsyona ‘Saîrûn’ Muqteda es-Sedr di derbarê rewşa Iraqê ya niha de hişyarî da û got “rewş vê gavê pir xeter e.”

Sadr li ser geşedanên di rojên dawî de peyama xwe ji gel re bi awayê helbestê parvekir. Sadr di helbesta xwe de gotiye ku "Ez ji bo kursî welat nafiroşim, ji bo desthilat jî gel nafiroşim. Ji bo min Iraq giring e û post jî li cem min ji hirîna bizinê erzantir e."

Herwiha Muqteda es-Sedr di helbesta xwe de destnîşan dike ku "Ez hevkarê Iraqê bûm. Li gel Xwedê, Iraqê jî hevkariya min kir. Çaksazî bisekeft û ev yek jî îdariye gel e."

Hêjayê gotinêye ku di 12ê Gulanê de hilbijartina parlementoya Iraqê hatibû kirin û di encama hilbijartinê de koalîsyona partiya Sadr yekem derket. Koalîsyona partiya Sadr ya bi navê Sairun ji 329 kursiyên parlementoyê 54 kursiyan stendin.

Piştê hilbijartinê li gelek herêman itiraz li encaman hatibû kirin û li ser van itirazan parlemento biryar da ku cardin deng bên jimartin. Duhê jî hat ragihandin ku di depoya sandokên hilbijartinê de şewat derket û gelek sandoq şewitîn.

Bi heman mijarî:

Nûnerê YNKê li Bexdayê bi Sadr re hevdîtin pêk anî
Muqteda es-Sadr: Ez Kurd im û Êzidiyekî dilsoz im
Serokê Şiiyên Iraqê Sadr ji alîgirên xwe re got: Ji serkeftinê re amade bin
Sadr deng li kurda kir û got: Dengê xwe bilind bikin
Etîketan:
hikûmet, şiî, hilbijartin, Mukteda El Sadr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de