19:11 23 Hezîran 2018
Irak Bağdat'ta seçim sandıkları yandı

‘Ji bo şerê navxweyî derxînin ev kiryar kirin'

© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Serokê Tevgera Sedr û pêşendê Koalîsyona Saîrunê Muqteda Sedr ji bo êrişa navenda sindoqên dengdanê hişyarî kir û got: "Ji bo şerê navxweyî derxînin ev kiryar kirin."

Serokê Tevgera Sedr û pêşendê Koalîsyona Saîrunê Muqteda Sedr di axaftina xwe ya ji bo êrişa navenda sindoqên dengdanê li Bexdayê hişyarî kir û got: "Ji bo şerê navxweyî derxînin ev kiryar kirin. Ya herî girîng hebûna Iraqê ye, ne meqam in."

Duhî li Bexdayê navenda sindoqên dengdanê ji ber sedemeke ne diyar şewitî bû. Piştî şewatê gelek siyasetmedarên iraqî banga dubarekirina hilbijartinan kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Cibûrî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî piştî şewata navenda sindoqên dengdanê banga dubarekirina hilbijartinan kirin. Li gor Cibûrî şewata navenda sindoqa bi zanebûn hatiye derxistin û armanc têkbirina îradeya xelkê Iraqê ye.

Bi heman mijarî:

Li Iraqê Teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn
PDK: Biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê ne yasayî ne
Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn
Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
Etîketan:
Li navenda sindoqên dengdanê şewat derket, Muqteda Sedr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de