13:33 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Serokwezîr: Ev kiryar hedefgirtina Iraq û demokrasiyê ye

© AP Photo / Adam BERRY
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ji bo êrişa navenda sindoqên dengdanê ragihand ku ev êrişa Iraq û demokrasiyê ye.

Duhî li navçeya Resafe ya Bexdaya paytextê Iraqê ber êvarî li navenda sindoqên dengdanê şewat derketibû. Heyder Ebadî di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de got: "Ev êrişeke plankirî ya li hemberî Iraq û demokrasiye ye."

Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em vê kiryarê bi tundî şermezar dikin û divê hêzên ewlehî li depoyên sindoqên dengdanê bergiriyên berfireh wergire."

Herwiha berdevkê Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Saad Maan jî di axaftina xwe de got: "Ji 4 depoyên sindoqan yek şewitî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin."

Bi heman mijarî:

Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
Ebadî: Serokwezîrê Tirkiyeyê soza xwe bi cih neanî
El-Heyat: Ebadî ji Partiya Yasa vediqete
Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin
'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de