03:06 18 Hezîran 2018
Li Bexda - Iraqê sindoqên hilbijartinê şewitîn

Piştî şewitîna sindoqên hilbijartinê banga nûkirina hilbijartinê hat kirin

© REUTERS / Khalid al-Mousily
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm el Cuburî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Iyad Elawî piştî ku şewata depoya sindoqên hilbijartinê li Bexdayê banga nûkirina hilbijartinan kirin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cuburî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku agir bi qest di depoya sindoqan de hatiye derxistin ku xwestine gel bixapînin û di dengan de sextekariyê bikin.

Cîgirê serokomarê Iraqê Elawî jî bang kir ku hikûmeta demkî were avakirin û hilbijartin jî ji nû ve werin kirin.

Nûnerê siyasî yê lîsteya Rêberê Şîe Muqteda Sedr, Ziya el-Esedî jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku agir bi qest hatiye derxistin û mebest betalkirina hilbijartinan e.

Hêjayî gotinê ye îro berêvarê di depoya sindoqên hilbijartinê ya Bexdayê de agir vêketibû û di encama şewatê de gelek sindoqên dengan şewitîbûn.

Beriya şewatê biryar bû deng ji nû ve bi destan werin hejmartin.

Bi heman mijarî:

Şi: Divê em li hember zîhniyeta şerê sar derên
Li Mêrdînê şer: Kesekî jiyana xwe ji dest da 10 kes jî birîndar bûn
Li Bexdayê agir bi depoya sandoqên hilbijartinê girt
Pûtîn bi Poroşenko re li ser mijara Vişinskiy axivî
'Bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê artêşa tirk nikare êrîşê Qendîlê bike'
Pûtîn: Vekişandina Amerîkayê ya ji peymana nukleerî wê bandoreke neyînî bike
Pûtîn: Hevkariya Şam, Moskow, Enqere û Tehranê li Sûriyeyê serkeftinên girîng anîn
Etîketan:
Şewitandin, Sindoq, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de