01:28 18 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Civata Wezîrên lraqê biryarên nû li ser sextekariyên hilbijartinê wergirtin

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ku Parlamentoya lraqa Federal yasaya hilbijartinan rastvekrî û biryara dubare hejmartina dengên parlamentoyê wergrtî, îro Civata Wezîrên lraqê jî hin biryar sebaret vê mijarê wergirtin.

Civata wezîran piştgîrya xwe bo biryara parlamentoyê ragihand ku pêwîst e deng car din bidest bên hejmartin û dengên aware û derveyî welat jî bên hilweşandin.

'DIVÊ KESÊ DESTÊ WAN DI SEXTEKARIYÊ DE HEBE WERIN BINÇAVKIRIN'

Civata Wezîran daxwaz ji dozgeriya giştî kir her kesek ji komisyona serbixwe ya hilbijartinan û derveyî komisyonê dest di karê sextekaryê de hebe were binçavkirin.

Ew yek jî ragihand ku li gor lêkolînên lijna taybet bi sextekariyan di encamên hilbijartinên derveyî welat de sextekaryeke mezin hatiye kirin.

14Ê HEZÎRANÊ JI NÛ VE HEJMARTINA DENGAN DESTPÊ DIKE

Ji aliyê din civata dadweriya lraqê ragihand ku di roja pêncşemê de 14ê vê meha Hezîranê, 10 hezar fermanber dest bi proseya hejmartina dengan a bi destî dikin û li bin çavdêriya 10 dadweran prose birêve diçe.

Civata Dadweriyê da xuyakirin, ew prose wê 10 rojan berdewam be ta bi dawî dibe û li her parêzgeheke lraqê bi herêma Kurdistanê ve jî dadwerek serpereştiya proseyê dike.

Bi heman mijarî:

Rêveberê Saadetê li ser peyva Kurdistanê û daxwazên berdana Demirtaş îstifa kir
Aldar Xelîl: Ger Esad Federaliya Demokratîk bipejirîne, man û nemana wî bo me ne girîng e
Danezana hevpar a G7an hat ragihandin
Ji TSKê daxuyaniya êrîşa asmanî ya ser Qendîlê
Prof. Celîlê Celîl bo ciwanê kurd: Tu dixwazî tirkî bi te re qonişmîş bikim, anlamîş dikî!
Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Etîketan:
Hilbijartin, iraq, irak
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de