23:03 21 Hezîran 2018
Iraq Bexda

Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin

© Sputnik / Oleg Lastochkin
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Li gor zanyariyên berdest, duhî li Bexdayê nûnerên welatên Iraq, Rûsya, Sûriye û Îranê li Bexdayê civînek li dar xistin.

Li gor agahiyên nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê ku ji çavkaniyên saziya sîxuriya leşkerî ya Iraqê wergirtiye, civîn li navenda guherîn a zanyariyan pêk hatiye û di civînê pirsgirêkên taybet ên Iraqê, herêm, têkiliya navbera welatên beşdar, aramiya navneteweyî û bandora wê li ser ewlehiya welatên navborî hat nirxandin.

Herwiha di civînê de alîkariya herçar welatan a li dijî terorîzm û bihevguhertina zanyariyên sîxurî û leşkerî jî hatiye gotûbêjkirin.

Herçar welatan li hev kiriye ku planekê ji bo rêlibergirtin û belavbûna terorîzmê deynin.

 

 

Bi heman mijarî:

Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû deng bi destan werin jimartin
Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Qadîrov: Nêzîkî 100 zarokên jinên ku li Iraqê têne cezakirin dê vegerin Rûsyayê
Parlamenterên Iraqê hewl didin ku Fuad Mesûm ji peywirê dûr bixin
Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê prosesa piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
'Ji ber ku em dijî hebûna DYAyê ya Iraqê ne, em xistin lîsteya terorê'
Etîketan:
Rûsya, Iraq, Sûriye û Îran civînek li dar xistin, Rusya, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de