05:48 21 Hezîran 2018
Serokê Şîeyan ê Iraqê Muqteda es-Sedr

Sê partiyan ji bo kabîneya nû tifaq ava kirin

© AFP 2018 / Haidar HAMDANI
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku lîsteya Saîrun ku Muqteda Sedr pêşengiya wê dikir bi partiya Ammar el-Hekim û Îyad Elawî re tifaq ava kir.

Li gor nûçeya malpera Al Sumariayê, Koalîsyona Saîrun ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr piştgiriya wê dikir û di hilibijartina Iraqê de bibû yekem bi Serokê Koalîsyona Hikmeta Neteweyî Ammar el-Hekim û bi Serokê Koalîsyona Wetaniye Îyad Elawî re tifaq ava kir.

Hersê rêxistinên siyasî di nav xwe de belgeyek 12 madeyî îmze kirin û li gor madeyên nivîsî, divê têkiliya siyaset û leşkeriyê ji hev were qutkirin, çek tenê di bin kontrola dewletê de be, vegera koçberan, îsleheta ekonomîk û têkilî danîna welatên bi cîran re tê hedefkirin.

Bi tifaqê tê pêşbînikirin ku li Parlamentoya Iraqê piraniya qursiyan were bidestxistin. Di hilbijartinê de Saîrun 54, Ammar el-Hekim 20 û Îyad Elawî jî 21 qursî bi dest xistibûn.

Bi heman mijarî:

Serokê Tevgera Sedr dîsa Îran hişyar kir
Erdogan pîrozî li Sedr kir û serkeftin jê re xwest
Rojnameya El Heyat: Qasim Silêmanî hewl dide bê Sedr hikûmetê ava bike
Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
Etîketan:
Lîsteya Saîrun, Muqteda Sedr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de