00:36 18 Hezîran 2018
Hilbijartin

6 partiyên nerazî li hember biryara Parlamantoya lraqê helwesta xwe diyar kirin

© Sputnik / Rafael Daminov
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Parlamantoya lraqê duhî di civîneke neasayî de, biryar da ku tevahiya dengên hilbijartinên 12 Gulanê car din bi desta bên jimartin û dengên hêza Pêşmerge û Asayiş û Polîsên Herêma Kurdistanê jî ligel dengên derveyî welat û aware û hêzên ewlehiya lraqê tev redkirin û reşvekirin.

Li hember wê biryara Parlamentoya lraqê her yek ji Tevgera Goran û Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî û Hevpemana Demokrasî û Dadwerî û Partiya Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Îslamî, îro daxuyaniyek weşand û tê de piştevaniya xwe bo wê biryarê ragihand û bi gaveke dîrokî û pir giring dazanin ji ber ku li ser daxwaziya hin aliyan bûye li dijî wê sextekarî ya ku di encamên hilbijartinan de kiriye.

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de dibêjin helwesta Civata Wezîrên lraqê em bilnd dinirxînîn ku li dema pêwîst alîkarî û hemahengî ligel Parlamantoya lraqê kir ji bo na şermezakirina pêvajoya gendelkarên pêvajoya hilbijartinan li lraqê û Herêma Kurdistanê.

Daxuyanî teqez dike ku pêdiviya aliyên dadwerî yên lraqê rola xwe bi temamî bileyizin di vegerandina maf û hiquqan de bo xwediyên wan.

Bi heman mijarî:

Encamên fermi yên hilbijartinên Iraqê eşekere bûn
Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
Etîketan:
Partiyên nerazî, Jimartin, Dengdan, Hilbijartin, Osman Başqalî, Spûtnîk Kurdista, Spûtnîk, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de