22:58 21 Hezîran 2018
Li bajaroka Sedir a Bexdayê cebilxane teqiya

Li Bexdayê cebilxane teqiya: 8 kuştî, 27 birîndar

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Hat ragihandin ku derengiya şevê li paytexta Iraqê Bexdayê teqînekê rû daye û di encamê de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar birîndar bûne.

Li gor jêderekî polîsê Iraqê ku daxuyaniya wî gihiştiye peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê, di teqîna ku li cebilxaneya bajaroka Sedir a girêdayî Bexdayê rû daye de xisareke mezin çêbûye.

Li gor zanyariyên destpêkê, 8 kesan di encama teqînê de can daye û 27 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku gelek xanî û otomobîlên welatiyan jî ji teqînê ziyan dîtine û wêran bûne.

Hat zanîn di cebilxaneya ku teqiyaye de, gelek çek û moşek hebûn.

Bi heman mijarî:

Ji bo Necmedîn Kerîm biryara girtinê hat derxistin
Rûsya ji biryara KENY ya Ûkraynayê kêfxweş e
Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li Cizîrê ji peywirdarên sindoqan hat xwestin ku karê xwe berdin
Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Etîketan:
Teqîn, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de