03:09 18 Hezîran 2018
Hêzên Iraqê li Kerkûkê

Milîtanan êrişî Heşda Şeibî kirin: 7 milîs hatin kuştin

© REUTERS / Stringer
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Samera ya li başûrê parêzgeha Selahedînê di navbera milîtanên DAIŞê û milîsên Heşda Şeibî de şer derket û di encamê de 7 milîs hatin kuştin.

Li gor çavkaniyekî herêmî ew milîtanên DAIŞê li devera Fir a ser bi bajarê Samera ve ku dikeve başûrê parêzgeha Selahedînê, bi cih bibûn. Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî wan zanyariyê istixbaratî hêzeke ewlekariyê ji bo paqijkirina deverê ber bi navçeya Samera û cihê ku milîtanên DAIŞê lê bi cih bibûn hate rêkirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.

Bi gotina vê çavkaniyê ewlehiyê di encama pevçûnên hêzên iraqî li gel milîtanên DAIŞê de 7 kes ji hêzên iraqî hatin kuştin. Li gor zanyariyên ji heman çavkaniyê hatine wergirtin her heft kesên kuştî yên ji hêzên iraqî milîsên grûba Seraya Elselam a Heşda Şeibî bûne.

Hêjayî gotinê ye ku grûba çekdar a Seraya Selam ku weke gelek grûbên din ên çekdar di nava Heşda Şeibî de cih digre û ser bi Tevgera Sedir a bi rêbertiya Muqteda Sedir ve ye.

Bi heman mijarî:

Milîtanên DAIŞê riya Dêra Zor û Bûkmalê kontrol kirin
Fermandarê sûriyeyî îdîaya ku DAIŞê dîsa dest bi êrişê kiriye bersivand
Li Yermukê dibistanên DAIŞê yên bo zarokan derketin holê
Êrîşa Belçîkayê DAIŞê li xwe girt
DAIŞê ber bi Palmîrayê ve dest bi êrişan kir
4 hemwelatiyên tirk bi hinceta endamtiya DAIŞê, hatin bidarvekirin
Etîketan:
Hêzên Iraqê, DAIŞ, Samara, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de