20:18 20 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew ji Tirkiyê daxwaz dikin ku ji ber şerê PKKê serweriya Iraqê binpê neke.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftanê de got, bi sedema şer li dijî PKKê, serweriya axa Iraqê binpê neke û rêz li serweriya wî welatî bigrin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha behsa encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên li wî welatî kir û berpirsyariya saxtekariyan di hilbijartinan de xiste milê komîsyona bilind a hilbijartinan.

Ebadî herwiha da zanîn, ku di navendên hilbijartinan ên derveyî welêt û yên li kampên awareyan de saxtekarî hatine kirin û diyar kir raporteke hikûmeta Iraqê daxwaza hilweşandina encamên sandoqên derveyî welat û yên awareyan dike.

Ebadî herwiha got, daxwaz ji hikûmetê hatiye kirin, ku %5ê pisûleyên dengdanê bi dest werin hejmartin.

Bi heman mijarî:

El-Heyat: Ebadî ji Partiya Yasa vediqete
Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin
'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
‘Em nahêlin careke din Heyder Ebadî bibe serokwezîr'
Etîketan:
Serweriya Iraqê, Daxuyanî, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de