23:03 21 Hezîran 2018
Hilbijartin-YNK-Silêmanî

Pîre: Merca me bo beşdarkirina hikumeta nû û cîbicîkirina destûra lraqê ye

© Sputnik / Osman Baqelî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Bo dema dû rojan yekîtiya niştîmaniya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê berdewam bû, li ser civînên xwe û Seidî Pîre naveroka civînan, biryar û helwesta partiya xwe li hember hin pirsên siyasî li lraqê û herêma Kurdistanê bo Sputnîk kurdistanê axvî.

Seidî Pîre bibîr xist ku bo dema dû rojan sekirdatiya YNKê civînên xwe berdewam kir, tê de behsa pirsa serokomariya lraqê hat kirin û namzetê YNK heye an na, lê pêwîste berî vê mijarê li gel lraqê gotubêj li ser bernameya hikumeta dahatî, rewşa siyasî, ewlehî, aboriyê nên kirin û piştre em bizanibin ka çi rolê wê bidin nifşên kurdan di hikumeta nû ya lraqê de.

Seidî Pîre li ser beşdarîkirina YNKê ya hikumeta nû de: "YNK ê hîç merc nîne bo beşdariya di hikumeta nû de û her kesê posta serok wezîran werbigre karekî normale û tenê em dixwazîn lraq destûr cîbicî bike ji ber ku cîbicîkirina destûr gerantiya pêşketina lraqê ye û pêwîste ew serokwezîr biryar bide ku dê pêgîryê bi destûrê bike û hewla cîbicî kirina wê bide."

Berdevkê YNKê li ser pirsa 'di van civînên du rojan ajot de çi hat axaftin û armanca civînan çi bû?' wiha bersiv da: "Armanca van civînan ew e ku YNK bikaribe mîkanîzmayekê di pêşiya xwe de dayne ku çawa bikaribe danûstanan li gel lraqê bike û çAwa rêkeftinan bike. Ji ber ku YNK tenê li ser herêma Kurdistanê danûstanan nake, li ser rola lraqê di herêm û cîhanê de bi siyaseta derve ya lraqê danûstanan dike. Nabe heman siyaseta serdema Sedam Husên birêve bibe ku bibe sedema tirs û têkdana rewşa ewlehİyê hem di hundirê welat de û hem jî der welat.

Bi heman mijarî:

Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
'Bexda û Hewlêr li hev nakin, Iraq rojane dahata 550 hezar bermîl petrol ji dest dide'
Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
Etîketan:
serokomarî, ynk, hilbijartin, Seidî Pîre, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de